Jînenîgarî

Silêman Hedoyê Zirarî, di sala 1930an de li gundê Zirarê yê ser bi nahiyeya Gorto ya qezaya Mêrgesorê li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye, di sala 1954an de bawernameya bakaloryosê di beşa çandiniyê de li Yekîtiya Sovyetê wergirtiye, li heman Yekîtiya Sovyetê jiyana hevjîniyê bi Valanya re pêk aniye, şarezayiya wî di zimanên Kurdî, Erebî û Rûsî de hebûye, di 4ê kanûna pêşîn a 2014an de koça dawî kiriye.

Xebatname

Silêman Hedoyê Zirarî, di sala 1943an de tevlî refên Şoreşa Duyemîn a Barzan bûye û di şeran de beşdar bûye, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha leşkerî ya Îraqê dest danîne ser hemû milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar. Piştî şikestina Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê bûye Pêşmerge, di 29ê nîsana 1946an de beşdarî şerê Qerawa yê li navçeya Seqizê bûye.

 Piştî şikestina Komara Demokratîk a Kurdistanê di dîroka 19ê adara 1947an de beşdarî şerê Neqede û Şinoyê bûye, ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurkê û deşta Berazgirê ve bi ser axa Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegerandina wan, general Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoşê civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê ve, li wir hemû hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê ve didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya general Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê ve û di şerê geliyê Qoturê û şerê pira Makoyê de beşdar bûye û piştî zehmetî û westiyanekê zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de, derbasî aliyê Sovyetê bûye.

Piştî gihîştina wan a Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçevanê yê Komara Azerbaycanê ji bo heyama çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek, kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytextê Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan perwerdeya serbazî dane wan. Di heman demê de rojane ji bo heyama çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî ji wan re hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn ku kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin komelgeha Çirçûkê ya nêzîkî Taşkenda paytextê Komara Ozbekistanê û li wir jî di perwerdeya serbazî de berdewam dibin. 

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre para hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewlekê zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê general Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û kulên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegerandina general Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û karê bi madeya (11) bi piştrastbûna bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ketine ber lêborîna giştî. 

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Grozya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.  

 Sala 1961ê beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye, di şerên Serê Pîrs, Gorêz û çiyayê Henderênê de beşdar bûye, sala 1963an beşdarî şerên Şûş û Şermna bûye û di 14 li ser 15ê hezîrana 1963an de beşdarî şerê Serê Akrê bûye, sala 1974an di yekeya topavêj a şoreşê de bûye, sala 1975an piştî şikestina Şoreşa Eylûlê vedigere zêdê xwe, sala 1981ê rejîma Îraqê gundê wan şewitandiye û wek penaber berê xwe daye Komara Îslamî ya Îranê û li komelgeha Zêweyê niştecih bûye, sala 1983an beşdarî Şoreşa Gulanê bûye, sala 1991ê vegeriyaye Kurdistanê li gundê Zirarê niştecih dibe, sala 1993an xanenişîn hatiye kirin, di 16ê kanûna pêşîn a 2010an de di kongreya sêzdehemîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de ji ber xebat û berxwedana wî di Şoreşa Duyemîn a Barzan, Komara Demokratîk a Kurdistanê, rêçika ber bi Yekîtiya Sovyetê, Şoreşa Eylûlê û Şoreşa Gulanê ji aliyê serok Mesûd Barzanî Medalya Barzanî jê re hatiye bexşîn. 

Çavkanî:
  1. Hamid Goharî, Medalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzgirtinê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).

  2. Hêder Farûq El-Samerrayî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Dar El-Hikme - 2016m).

  3. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).

  4. Umer Farûqî, Serdarê Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).

  5. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).

  6. Ebdullah Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr - Belavkiriyên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).

  7. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê ve, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).

  8. Kovara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, în, 15ê Nîsana 1959ê.

  9. Di bîranînên fermandarê şehîd Hesoyê Mîrxanê Zajoqî de, 62 roj ligel Barzanî, çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997z).

  10. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958ê li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lil-neşr - 1979m).

  11. Mesûd Barzanî, Barzanî û tevgera rizgarîxwaza Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).

  12. Mesûd Barzanî, Barzanî û tevgera rizgarîxwaza Kurd 1961 - 1975, bergê sêyem, beşa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).

  13. A.D.A, pelgeya hejmar AI-10, lîsteya hevalên Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, belge bi rêya Segvan Halo hatiye pêşkêşkirin, 2016z.

  14. A.D.A, pelgeya hejmar AN-4, belgeya jiyannameya Silêman Hedo Şino Zerarî, bi rêya Adil Silêman Hedo hatiye pêşkêşkirin, Pîrmam, 18ê Sibata 2019z.

  15. A.D.A, pelgeya hejmar HB-426, Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Baregeha Barzanî, Lijneya bilind a navçeya Barzan, forma Silêman Hedo Şino, Pîrmam, 1ê Mijdara 2018z.

  16. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.