Silêman Umer Ebdulla, sala 1920 li gundê Xelan ser bi nahîya Mezinê li qeza ya Mêrgesor ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye.
Di 5ê îlonê 1959 de beşdarî şerê Lolan (Hewlêr) kirîye û di wî şerî de şehîd bûye.
XebatnameSilêman Umer Ebdulla sala 1945 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kirîye, piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çiriya pêşîn 1945 de berê xwe dide rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adarê 1946 de di hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê bûye Pêşmerge, piştî nesko ya Komara Dêmokrata Kurdistanê beşdarî şerên Xalawe û Celdyan kirîye li rojhilatê Kurdistanê.
Ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsanê 1947 de bi rêya Xwakurk û deşta Berazgirê bi xaka Kurdistanê ya bakur de vegerîyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Jenera Mistefa Barzanî di 6ê gulanê 1947 de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di mayînê de, yan çûna ber bi Yekîtîya Sovyetê, li wir hemû hevalên wî biryara berdewamî û çûna ber bi Yekîtîya Sovyetê didin, di 23ê gulanê 1947 de yawerîya jenera Mistefa Barzanî kirîye ber bi Yekîtîya Sovyetê û di şerê Gelîyê Qetur û şerê pira Makoyê de beşdarî kirîye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîranê 1947 de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtîya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbaz bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtîya Sovyetê, di 19ê hezîranê 1947 de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê ya Komara Azerbaycanê ji bo heyama çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji alîyê komek serbazan ve pasewanîya wan dihat kirin û ji alîyê xorak û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatîye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn 1947 de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakoyê paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatîye kirin. Di heman demê de rojane ji bo heyama çar saetan ji alîyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarîya wan hebû dersên fêrbûna zimanê kurdî bi wan hatîye gotin.
Piştî muameleya xirab a Ce'fer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxê 1948 de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adarê 1949 de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtîya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zevîyên kolxozan (ew zevîyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji alîyê jenera Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeserîyên hevalên xwe dike û ew jî destbecê biryara pêkanîna lijneyekê dide ji bo lêkolînkirin li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn 1951 de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmehê 1958 li Îraqê û vegerîyana jenera Mistefa Barzanî, di 25ê sibatê 1959 û li gorî herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hemwarkirî ya hejmar 19 di sala 1959 de, xwe û hevalên wî ber lêbûrdana giştî ketine.
Di sala 1958 de Komara Îraqê bi serokatîya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsanê 1959 de ligel hevalên xwe bi keştiya Grozya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegerîyaye Kurdistanê.
Çavkanî:-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê
-
Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirina Aras - Çapxaneya wezareta perwerdeyê - 2004z).
-
Şe'ban Elî Şe'ban, Hinek zanîyarîyên sîyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
-
Umer Farûqî, Serdar Dana Jîndegî û Mubarizat-ê Merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
-
Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyên li Mehabadê ve bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
-
Di bîranîna fermandeyê şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî da çûna Barzanîyan bo Yekîtîya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
-
Mihemed Tewfîq Wurdî, Çûna Barzanîyanê qehreman bo Sovyetê, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Hawser - 2001z).
-
Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
-
Necef Qulî Pisyan, Li Mehabadê xwînawî ve heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).





