Silêman Salih Braxas Qadir bi navê Silêmanê Fatê tê naskirin, di sala 1947an de li gundê Kanî Kewê yê devera Şemîranê ya ser bi qezaya Derbendîxanê ji dayik bûye, gundî bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, asta wî ya xwendewariyê seretayî bûye, sala 1975an awareyê welatê Îranê bûye û li bajarê Merîwan û Serpelê Zehawê niştecî bûye, di destpêka sala 1976an de vedigere Kurdistanê, di dawiya sala 1976an de careke din awareyê welatê Îranê bûye û li bajarê Merîwanê niştecî bûye, hevjîna Silêman Salih navê wê Mehbûbe Me'rûf e û kurên wî navê wan Serbaz û Selman e û keçên wî navê wan Koçer û Beyan e.
XebatnameSilêman Salih Braxas Di sala 1963an de bûye Pêşmerge li Hêza Şemîranê bi fermandariya Heme Şemîranî, ku di wê demê de hêza Şemîranê hêzeke serbixwe bûye û ferman ji serkirdatiya şoreşê wergirtiye, herwiha sînorê çalakiyên vê hêzê li devera Şemîranê û devera Newrolî bûye zêdetir. Lê piştî avakirina pêkhateya leşkerî Şoreşa Eylûlê Di sala 1965an de ev hêz wek hêzeke serbixwe ma û xistin ser Hêza Xebatê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
Di şerê Zimanako di sala 1974an de di rûbirûbûna leşkerî ya rejîmê û şû'iyan de û rûbirûbûna li gel Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Îranê di sala 1980î de li Derbendê Dizlî bi giranî birîndar bûye, sala 1975an awareyê welatê Îranê bûye û di destpêka sala 1976an de vedigere Kurdistanê û dûr tê xistin bo başûrê Îraqê, di dawiya sala 1976an de careke din awareyê welatê Îranê bûye û peywendî bi Hêza Şemîranê re kiriye, di Şoreşa Eylûlê pileya serpel û serleqê li Hêza Şemîranê wergirtiye, di Şoreşa Gulanê sala 1980î de pileya fermandeyê batalyona Şemîranê wergirtiye ser bi Hêza Hewramanê bi fermandariya Nadir Hewramî, sala 1981ê piştî girtina çiyayê Şeram ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve careke din rejîma Be's bi tundî topbarana sengerên Pêşmerge dike û Silêman Salih bi giranî birîndar dibe û hevsengerên wî bi birîndarî wî digihînin Mile Xurd û ji wir ve bi helîkopterên hikûmeta Îranê wî vediguhêzin nexweşxaneya bajarê Tehranê, piştî mayîna şevekê li nexweşxaneyê ji ber giraniya birîna xwe Şehîd dibe û cenazeyê wî li goristana bajarê Merîwanê bi axê dispêrin.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





