Fermande Sware Fetah Ferec di sala 1961ê de peywendî bi rêzên Şoreşa Mezin a Eylûlê kiriye, di çendîn şerên Şoreşa Eylûlê beşdar bûye, di şerê Derbendê Baziyan de ji ber azayetiya xwe hate kirin serleq li Hêza Rizgariyê, roleke baş dibîne û çendîn çalakî encam dide li ser rêya Dûkan-Silêmaniyê.

 Di piştî rêkevtinnameya 11ê Adara 1970yî de bi fermana Serok Mistefa Barzanî di bin çavdêriya Samî Ebdulrehman ku wê demê Wazîrê karûbarên bakur dibe, wek rêzgirtinek bo xebat û mandûbûna Sware Fetah û Pêşmerge û Şehîdên wî, gundê Kanîxan li ser şêwazeke serdemane ji wan re tê avakirin, heta neskoya Şoreşa Eylûlê ya sala 1975an berdewam dibe, sala 1981ê peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike û tê kirin amirê batalyonê li Şarbajêr heta raperîna gelê Kurdistanê di sala 1991ê de û dibe amirê hêza Sûrdaş û beşdarî şerên Mesker Xalid û Kerkûkê bûye, çendîn pileyên din ên partî û serbazî birîne heta di 19ê Mijdara 2014an de li bajarê Hewlêrê koça dawî dike.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.