Taceddîn di sala 1919an de li gundê Kelokê yê ser bi nahiyeya Pîranê ve li qezaya Mêrgesorê li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, berî çûna xwe ya bo Yekîtiya Sovyetê zewicî bû û navê hevjîna wî Xedîce Ehmed Mewlûd bû, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û li peymangeha neftê hatiye wergirtin lê salek mabû nikaribû temam bike, her li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevjîniyê bi Meryem Ebas Qehreman re pêk aniye û xwediyê kurekî bûne bi navê Hesen Taceddîn ku di sala 1959an de ji dayik bûye. Piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê di sala 1959an de wek fermanber li kargeha şekir li Mûsilê hatiye damezrandin, di sala (1971-1972) de ji bo cara duyem bûye fermanber li kargeha şekir li Mûsilê, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê li cihê xwe maye û paşê li rêveberiya rê û banan a Hewlêrê hatiye damezrandin, sala 2010an li Hewlêrê koça dawî kiriye û li goristana Bêrkûtê hatiye veşartin.
XebatnameBerî ku têkiliyê bi Şoreşa Yekem a Barzan re bike, Taceddîn Axa Tacdîn serbaz bûye li hikûmeta Îraqê û ji serbaziyê reviyaye, sala 1943an têkiliyê bi Şoreşa Duyemîn a Barzan re kiriye û di şeran de beşdar bûye, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqî dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin. Piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Dêmokrat a Kurdistanê li Mehabadê xizmeta pêşmergatiyê kiriye û di şerên bereya Seqizê li Komara Dêmokrat a Kurdistanê de beşdar bûye, di 1947an de beşdarî şerê Sofiyan bûye û piştî nesko ya Komara Dêmokrat a Kurdistanê di 19ê adara 1947an de beşdarî şerê Neqede û Şinoyê bûye, di nav wan pêşmergeyan de bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurkê û deşta Berazgirê bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegera wan, jênêral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoşê civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jênêral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qeturê û şerê pira Makoyê de beşdar bûye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê ji bo maweya çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Paşê li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane ji bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayin kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin komelgeha Çirçûkê li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendiferê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û paşê beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê Jênêral Barzanîve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide ji bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navborî di çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera Jênêral Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, xwe û hevalên xwe ber lêborîna giştî ketine.
Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navborî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. Sala 1961an beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û beşdar bûye di şerê Gerûyê Emer Axa de.
Çavkanî:-
- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
- Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
- Heyder Farûq El-Samerrî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhîkme - 2016m).
- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
- Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dihok - Çapxana Parêzgeha Dihokê - 2013z).
- Umer Farûqî, Serdarê dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
- Di bîranînên fermandarê şehîd Haso Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî, çûna barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z)..
- Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, în, 15ê Nîsana 1959ê.
- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958ê li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lilneşr - 1979m).





