Tahîr Mela Elî Muhemmed Rebatî, sala 1950an li parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye. Heta qonaxa navendî xwendiye, xêzandar e.

Sala 1967an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û li gel Ebdulwehab Etruşî di hêza Xebat de bûye Pêşmerge. Piştî rêkeftina 11ê Adara 1970yî hatiye kirin pasewanê sînor li sînorê bajarokê Nalparêz li Pêncwên û Seyîdsadiq. Sala 1973yan ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatiye girtin û ji bo maweya 20 salan bi zindanî hatiye hikumdan. Li gel 45 kadro û Pêşmergeyên partiyê li zindana mezin a Silêmaniyê zindanî bûye. Di şeva 10/11ê Adara 1974an de bi fermana Mekteba Serbazî ya Mekteba Siyasî ya partiyê ku kak Îdrîs Barzanî berpirsiyar bûye, bi hevkariya Hemejan bavê Qadir Hemejan ku wê demê berpirsiyarê zindana hikûmeta Îraqê bûye, li gel kesekî din bi navê Fûad, deriyê zindanê vekirine û Tahîr Mela Elî û Pêşmergeyên din ji zindanê rizgar kirine.
Piştî derketina ji zindanê, Tahîr Mela Elî vegeriyaye bo hêza Xebat ku Fetah Axa fermandeyê wê bûye, piştre şandine hêza Kerkûkê ku Fazil Talebanî fermandeyê wê bûye. Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê vegeriyaye mala xwe û aware nebûye.
Sala 1977an bi rêya Mela Elî Sûrên û Nadir Hewramî peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û bûye Pêşmerge û rêxistina Xebatê damezrandine û bûye cîgirê berpirsiyarê rêxistinê. Di navbera salên 1977-1980yî de sê caran bi tohmeta hevkariya Hêzên Pêşmerge ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatiye girtin. Sala 1980yî vegeriyaye bo rêzên Pêşmergeyên partiyê û piştî derbasbûna pênc mehan hatiye kirin endamê beşa serbazî ya Lîjneya Navçeyê ya Sûrên. Sala 1983yan dema ku leqên sê û çar ên partiyê ji hev hatin cudakirin, Tahîr Mela Elî hatiye kirin endamê desteya kargêrî ya Lîjneya Navçeyê ya Qeredax. Piştre li Leqa sê wek endamê leq û berpirsiyarê Lîjneya Navçeyê ya Dûzxurmatû hatiye hilbijartin. Di meha 12an a sala 1986an de li gel Şehîd Azad Qeredaxî û Qadir Qadir û Ferîdûn Cewanroyî û Seyîd Fethelah Kakeyî û Ednan Kemal çûne Rajan û li wir çavên wan bi Îdrîs Barzanî û Elî Ebdulla ketiye.  Tahîr Mela Elî Muhemmed Rebatî pênc caran di şerên (Dar Berû, nêzîk Erebet, Şarbajêr, Qeredax, Basere û du caran jî di şerê navxweyî de birîndar bûye. Roja 15ê Kanûna Pêşîn a 2010an di kongreya 13an a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bi sedema xizmetên xwe ji aliyê serok Mesûd Barzanî Medalya Barzanî Nemir jê re hatiye bexşîn

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.