Şehîd Tahir Ehmed Birahîm Mistefa Xelanî, di sala 1976an de li gundê Xelanî yê ser bi nahiyeya Hacî Omeran, qezaya Çomanê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye û heta pola şeşê ya seretayî xwendiye û selit bûye.
Di sala 1991ê de peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û bûye Pêşmerge, di sala 1992an de bûye karmendê asayîşê, piştre hatiye kirin efserê asayîşê bi pileya mûlazim.
Di 1ê kanûna paşîn a 1995an de li çiyayê Kolketêr li pişt gundê Derbendê yê sînorê qezaya Çomanê di şerê navxweyî de şehîd bûye. Termê wî li goristana Şêxê Balek li nahiyeya Hacî Omeran hatiye veşartin.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




