Şehîd Tehsîn Reşîd sala 1971an li gundê Ergoşê, girêdayî nahiyeya Şîrwanê Mazin, qezaya Mergesorê, parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, heta qonaxa navendî xwendiye.
Di sala 1991an de beşdarî rabûna gelêrî ya Kurdistanê bûye û di heman salê de têkiliya xwe bi rêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê re kiriye û li Artêşa Barzan bûye Pêşmerge; beşdarî şerên parastina serweriya qanûnê û Herêma Kurdistanê bûye.
Di roja 10ê Îlonê 1995an de li herêma Mezûrê ji aliyê çekdarên PKKê ve şehîd hatiye kirin û cenazeya wî li goristana Zulfîqar a bajarokê Herîrê hatiye axekirin.
Çavkanî:1- Arşîva beşa ensîklopediya ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.




