Teymiz Silky, di sala 1924an de li gundê Silky yê ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Beriya ku biçe Yekîtiya Sovyetê zewicî bû (Rûhan) û zarokekî wan çêbû. Herwiha cara duyem li Yekîtiya Sovyetê bi (Valentina Dajijka) re zewicî, lê dema ji Yekîtiya Sovyetê vegeriya ew bi xwe re neanî. Piştî vegera xwe bi (Misrixan Şêt Mihemed) re zewicî û sê kur û pênc keçên wan çêbûn. Di sala 1960î de wekî karmend li Rewandizê hat tayînkirin. Zimanên (Kurdî, Rûsî, Tirkî, Farisî) dizanibû. Di dîroka 5ê Tebaxa 2014an de koça dawî kir û li gundê Silky hat veşartin.
Rûpelên têkoşînêTeymiz Silky di sala 1942an de tevlî xizmeta serbazî ya neçarî li kampa Kerkûkê bû. Piştî destpêkirina Şoreşa duyema Barzan tevlî refên şoreşê bû û di 2ê Çiriya Pêşîn a 1943an de beşdarî girtina navenda polîsan a Şanderê bû. Di 12ê Çiriya Pêşîn a 1943an de beşdarî girtina navenda polîsan a Xêrezokê bû. Ji ber vê yekê di 19ê Tebaxa 1945an de bi biryara Dadgeha Serbazî ya Îraqê hemû milkên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar hatin desteser kirin. Di 5ê Îlona 1945an de beşdarî girtina navenda polîsan a Meydan Mûrik bû û di 14ê Îlonê de di şerê Çiyayê Bêris de birîndar bû. Bavê wî Arb Qetran di sala 1945an de di şerê Geliyê Biyawê de Şehîd bûne.
Di 11ê Çiriya Pêşîn a 1945an de piştî şikestina Şoreşa duyema Barzan, bi hevaltiya Mistefa Barzanî û hevsengerên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû. Piştî damezrandina Komara Kurdistanê ya Demokratîk li Mehabadê di 31ê Adara 1946an de, di çarçoveya hêza Barzan de parastina komarê kir û roleke berbiçav û çalak dît.
Piştî hilweşîna Komara Kurdistanê ya Demokratîk di 19ê Adara 1947an de, beşdarî şerê eniya Seqizê bû. Di 19ê Nîsana 1947an de beşdarî şerê Qerewa yê li herêma Seqizê ya Rojhilatê Kurdistanê bû û tê de birîndar bû, lê biryar da ku têkoşînê di bin fermandetiya General Mistefa Barzanî de bidomîne.
Piştî hilweşîna Komara Kurdistanê ya Demokratîk di 3ê Adara 1947an de, beşdarî şerê Nelûsê yê Rojhilatê Kurdistanê û şerên Neqede û Şino yên di 19ê Adara 1947an de bû.
Ew di nava hevsengerên xwe yên Pêşmerge de bû, dema ku di 19/4/1947an de bi rêya (Xwakurk û Deşta Berazgirê) derbasî axa Bakurê Kurdistanê û ji wir jî derbasî herêmên Şêrwan û Mezûrî bû.
Piştî vegera wan, General Mistefa Barzanî di 15/5/1947an de li gundê Arkûşê civînek bi hevsengerên xwe re kir û ew li ser mayîn an çûna bo Yekîtiya Sovyetê serbest hiştin. Li wir hemû hevsengerên wî biryar dan ku berdewam bikin û berê xwe bidin Yekîtiya Sovyetê. Di 23ê Gulana 1947an de hevaltiya General Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê kir. Beşdarî şerên Qetor û Pira Makûyê bû. Piştî zehmetiyên mezin û westiyayîbûneke zêde, di 18ê Hezîrana 1947an de derbasî çemê Aras bû, yê ku li ser sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de ye.
Piştî gihîştina wan bo Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de, ew û hemû hevsengerên wî li bajarê Nexçivan a Komara Azerbaycanê bo heyama çil rojan li komplekseke vekirî ya bi têlên dirî hatibû dorpêçkirin û ji aliyê leşkeran ve dihat parastin, hatin girtin. Ji aliyê xwarin, cil û berg û veguhastinê ve wekî dîlên şer bi wan re hat kirin. Bi biryara hikûmeta Sovyetê paşê li herêmên Axdam, Laçîn, Eywalax û Kelbecer ên Komara Azerbaycanê hatin belavkirin. Di 10ê Kanûna Pêşîn a 1947an de bo kampeke li ser Deryaya Xezerê li paytexta Komara Azerbaycanê Bakûyê hatin veguhastin. Di 23ê heman mehê de cilên serbazî wergirtin û rojane heşt saetan di bin çavdêriya efserên Komara Azerbaycanê de perwerdeya serbazî didîtin. Di heman demê de, rojane çar saetan ji aliyê hin hevsengerên xwe yên xwendewar ve dersên fêrbûna zimanê Kurdî werdigirtin.
Piştî reftarên xerab ên Cefer Baqirov li hember hevsengerên wî, Barzanî biryar da ku koma xwe ya serbazî di 29ê Tebaxa 1948an de ji Azerbaycanê veguhezîne komplekseke li nêzîkî paytexta Ozbekistanê Taşkentê, li wir perwerdeya xwe ya serbazî domandin.
Di Adara 1949an de, ew û hevsengerên wî bi şêweyê komên biçûk bi trênê li ser gundên hevkariyê yên Yekîtiya Sovyetê hatin belavkirin û di zeviyên Kolxozan de (erdê ku xelkê ji hikûmetê kirê dikir û piştre para hikûmetê jê didan) xebitîn.
Piştî hewldanên mezin û şandina çend nameyan ji aliyê General Barzanî bo Stalîn, Stalîn di dawiyê de nameyek wergirt ku tê de Barzanî behsa êş û azarên hevsengerên xwe dikir. Tavilê biryar da ku komîsyonek bo lêkolîna rewşa hevsengerên Barzanî were avakirin. Biryara komîsyonê di dawiyê de ew bû ku ew li bajarê Frivskî kom bibin, lewma di Çiriya Paşîn a 1951an de berê xwe da bajarê Frivskî yê Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera General Mistefa Barzanî, di 25ê Sibata 1959an de ew û hevsengerên wî li gorî madeyên (3) û (7) û xala (a) ya madeya (10) û kar bi madeya (11) li gorî yasaya hejmar (19) a sererastkirî ya sala 1959an, ketin ber lêborîna giştî.
Komara Iraqê di sala 1958an de bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim hat damezrandin. Teymiz Silky di 16ê Nîsana 1959an de bi hevsengerên xwe re bi keştiya Kruziya ve bi rêya bendera Besrayê ya başûrê Komara Iraqê vegeriya Kurdistanê.
Beşdarî Şoreşa Eylûlê a mezin bû piştî ku di sala 1961an de dest pê kir. Di sala 1963an de li herêma Soran mansibê fermandeyê fuj girt, herwiha di sala 1967an de li herêma Badînan fermandeyê fuj bû. Beşdarî şerên (Deştebêl, Nêliwan, Şeraniş, Kanî Masî, Geliyê Zenta, Lûmana, Meydanka Rûfiya, Geliyê Duhokê, Serê Amediyê, Çiyayê Metîn, Çiyayê Bradost, Hawdiyan, Tahîre, Mêraw, Kanî Spî, Kober) bû. Mansibê fermandeyê fuj û berpirsiyarê komîteya Amediyê ya partiyê girt.
Di sala 1975an de piştî şikestina Şoreşa Eylûlê penaberî Îranê bû û li komplekseke Zêweyê bi cih bû, piştre bo bajarê Ferîdûnşehr a parêzgeha Mazenderanê hat veguhastin, ji wir bo bajarê Cehromê, paşê bo Kohseng a parêzgeha Meşhedê û di sala 1977an de çû komplekseke Sawê.
Di sala 1979an de beşdarî Şoreşa Gulanê bû, endamê Kongreya nehem a Partiya Demokrat a Kurdistanê bû, fermandeyekî serbazî bû di hêza Xebatê de. Piştî ji nû ve rêkxistina Hêzên Pêşmerge di sala 1986an de, wekî fermandeyê hêzên kalên partiyê hat tayînkirin û herwiha berpirsiyariya parastina gora Barzaniyan li gundê Helcê girt ser xwe.
Di sala 1993an de vegeriya Başûrê Kurdistanê û li nahiyeya Pirmamê bi cih bû. Di sala 1996an de teqawît bû. Di dîroka 16ê Tebaxa 1996an de di çarçoveya pîrozbahiyên Yûbîla Zêrîn û bi rêzgirtin li têkoşîn û qurbanîdana wî di Şoreşa Eylûlê a duyem, di Komara Kurdistanê ya Demokratîk de, beşdariya wî di meşa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê de, û di Şoreşa Eylûlê û Şoreşa Gulanê de, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve nîşana Barzanî yê Nemir wergirt. Di dîroka 5ê Tebaxa 2014an de koça dawî kir û li gundê Silky hat veşartin.
Çavkanî:- Hamid Gewherî, Midalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzgirtinê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015).
- Hemîd Gerdî, Puxteya dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
- Heyder Farûq El-Samerrayî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016).
- Di bîranînên fermandeyê şehîd Hesoyê Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr – Cihê çapê ne diyar – 1997).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).
- Nivîsa biryara Komîteya Lêborîna Giştî ya vegerandina rûmetê bo şehîdên şoreşa Barzan, kovara Rizgarî, hejmar 2,3, Çapxaneya Rêkxistinê, Bexda, 1 Nîsan 1959.
- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.





