Xalid Reşîd Ehmed nasnavê wî (Xalid Koçer), sala 1957 li gundê Girfîl ser bi qezaya Sêmêlê ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, zewicî ye, heta qonaxa seretayî xwendiye, sala 1988 piştî şalawên bednav ên Enfalê awareyê welatê Tirkiyeyê bûye, sala 1991 piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê vegeriyaye parêzgeha Dihokê.
Sala 1972 peywendî bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye, di batalyona yekê ya Dihokê de bûye Pêşmerge, sala 1975 piştî neskoya Şoreşa Eylûlê li qezaya Sêmêlê maye, awareyê derveyê welat nebûye. Sala 1976 peywendî bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye, sala 1979 çûye gundê Bêrman li ser sînorê di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de û çavê wî bi Cewher Namîq û Kerîm Şingalî (Sincarî) ketiye. Heyama salekê li gel Ebû Enter bûye û dûre li gel Şehîd Zorab cewleya devera Dihok, Zaxo û Amêdiyê kiriye û di şerên Korkê û Bazê de beşdarî kiriye. Sala 1979 bi mebesta beşdarbûn di çileya matemîniya koça dawî ya Barzaniyê nemir (1903-1979), ji gundê Hedrîşê çûye bajarê Şino li Rojhilatê Kurdistanê û dûre vegeriyaye Dihokê, di heman salê de bi mebesta beşdarbûn di Kongreya Nehemîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, careke din çûye Rojhilatê Kurdistanê û beşdarî kongreyê bûye.
Sala 1980 peywendî bi mefrezeya Sebrî Elî Heyder kiriye û dûre hatiye kirin berpirsiyarê heman mefrezeyê, piştî wê hatiye kirin cîgirê berpirsiyarê rêxistina Şehîd Ehmed Hacî Huseyn û dûre jî erka berpirsiyariya rêxistina Şehîd Hurmuz Melîk Çeko li sînorê lîqa 1ê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê jê re hatiye spartin, sala 1988 hatiye kirin berpirsiyarê rêxistina Pîran.
Sala 1988 piştî şalawa bednav a Enfalê û kîmyabaran kirina devera Badînan ji aliyê rejîma Beis ve, Xalid Koçer li gel xelkê deverê û Pêşmergeyan çûye Bakurê Kurdistanê û dûre ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve hatiye veguhastin bo kampa penaberan li bajarê Mêrdînê. Sala 1991 piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê vegeriyaye bajarê Zaxoyê û hatiye kirin berpirsiyarê serbazî yê Bereya Kurdistanî li Dihokê, dûre hatiye kirin Fermandeyê hêza Sêmêlê, di dema pêkanîna leşkerê hevbeş ê Sêmêlê de navbirî erka cîgirê fermandeyê leşker jê re hatiye spartin û piştî pêkanîna batalyona hevbeş, hatiye kirin fermandeyê batalyonê.
Sala 1995, Xalid Koçer hatiye kirin fermandeyê batalyona 9ê ya Sêmêlê, sala 1996 heman ew batalyon hatiye kirin lîwaya 15 û erka fermandeyê lîwayê jê re hatiye spartin, sala 1998 hatiye kirin fermandeyê hêza Spîlkê û heta sala 2013an di wê erkê de berdewam bûye, di jiyana pêşmergatiyê de çend caran birîndar bûye.
Di 13ê çiriya pêşîn a 1999an de di Kongreya 12an a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bi sedema wan xizmetên ku pêşkêş kirine, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





