Xalid Teha Elî, sala 1945 li qezaya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, xêzandar bûye, heta qonaxa navendî xwendiye, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye, sereta li bajarê Neẍedeyê yê Rojhilatê Kurdistanê niştecî bûye, paşê hatiye veguhestin bo bajarê Kerecê, sala 1989 wek penaberê siyasî rû kiriye welatê Nemsa û li wir niştecî bûye, sala 1999 vegeriyaye Başûrê Kurdistanê. Zimanên farisî û nemsayî zanîbûye.

Di 4ê nîsana 1962an de peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye, di qola yekê de bi fermandeyiya Reşîd Seîd Aẍayê Doskî, di leşkerê yekê yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de bi fermandeyiya Esed Xoşewî li devera Amêdiyê bûye Pêşmerge. Di serê sala 1963an de li gel hêza xwe hatiye devera Dihokê, heman sal çûne serê Akrê û beşdarî şerên li dijî êrîşên Artêşa Iraqê bûne, piştî temambûna erka xwe vegeriyane bo pişt geliyê Dihokê û li gundê Xurnîv beşdarî şerê geliyê Dihokê bûye, beşdarî çendîn şerên li dijî Artêşa Iraqê bûye, di nav wan de şerê Metîna li Zaxo û geliyê Dihokê, piştî rêkeftina 11ê adara 1970an, Xalid Teha Elî hatiye kirin berpirsiyarê sendîkaya şofêran a ser bi şoreşê, sala 1971 bûye berpirsiyarê lqa Dihokê ya sendîkaya karkeran, sala 1972 li gel Şêx Letîf û sê kesên din ên iraqî çûye Almanya, ji bo mebesta beşdarîkirin di xuleke 40 rojî de derbarê karûbarên sendîkaya karkeran, ku sendîkaya karkerên almanî rêk xistibû. 

Sala 1974 ku rejîma Iraqê dest bi şer kir li dijî Kurd, Xalid Teha Elî bi nûneratiya leşkerê yekê yê Badînan li kargeha baregeha Partiyê li Hacî Omeran berpirsiyarê şandina çek û teqemenî û xwarinê bûye bo lqa yek li Amêdiyê, Dihok û Zaxo, piştî rawestana Şoreşa Eylûlê di sala 1975an de, navbirî çûye bajarê Neẍedeyê li Rojhilatê Kurdistanê û ji wir li gel Esed Xoşewî çûye bajarê Kerecê, sala 1977 bûye şofêrê barhilgir û bi fermana Îdrîs Barzanî Pêşmerge veguhastine bo cem doktor Kemal Kerkûkî û Wiriya Saetî û Azad Xefaf û Mûlazim Yûnis û Ebdulrehman Elî, sala 1978 li gel serok Mesûd Barzanî, ji Îranê hatiye devera Nêrwe û li gundê Nêrweya Xwarû bûye.

 Sala 1989 rû kiriye welatê Nemsa û wek penaber li wir jiyaye, sala 1998 beşdarî çalakiyên rêxistina Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye li welatê Nemsa, sala 1999 vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û hatiye kirin berpirsiyarê leşkerê berxwedanê li Spîlkê ya qezaya Xelîfan û heta sala 2005an di erka xwe de berdewam bûye, heman sal malinşîn hatiye kirin. 

Di 15ê kanûna pêşîn a 2010an de di kongreya 13an a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, bi sedema xizmetên xwe ji aliyê serok Mesûd Barzanî madalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.