Jînenîgarî

Xelîl Şêxo Memûdî, sala 1928 li gundê Spindarî ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê li beşa çandiniyê ya peymangeha çandiniyê xwendiye, her li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevjîniyê bi Fewziye Kazim re pêk aniye û xwediyê sê keç û kurekî bûne, zimanê Kurdî û Rûsî zanîye.

Xebatname

Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de û piştî nesko ya şoreşa duyem a Barzan, ligel Mistefa Barzanî û hevalan derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin, piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji Komarê kiriye û di şerên bereya Seqizê de beşdar bûye.

Piştî rûxana Komara Kurdistanê, ji wan Pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakûrk û deşta Bezarê) bi xaka Kurdistana Bakur vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegeriyana wan, jênêral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalan re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalan biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jênêral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalan li bajarê Nexçevanê ya Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek Serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûyê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayûlax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên Serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa Serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewariya wan hebû dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayin kampa Serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çerçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa Serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de ligel hevalan bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşa hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jênêral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbe cê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegeriyana jênêral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hemwarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, xwe û hevalên wî ber lêborîna giştî ketine.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalan bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

 Sala 1961an beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û serpel bûye, beşdarî şerên Lomana, Geliyê Spî, Çiyayê Metîn, Çiyayê Bîsfk, Zawîte û Çiyayê Çapankê bûye û di şerê Çiyayê Metîn de birîndar bûye, sala 1963an li Çiyayê Çapankê ya Berwarî Bala şehîd bûye.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Plandanînê, Yekeyên kargêriyên parêzgehên Herêma Kurdistanê û hejmara xêzanan û rûniştvanan, Hewlêr, 2009z.
  3. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dohok - Çapxana Parêzgeha Dohokê - 2013z).
  4. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
  5. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  6. Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, înî, 15 nîsana 1959.
  7. Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
  8. Lîs Ebdulmuhsîn Cewad El-Zebîdî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexdad - Darulreşîd lil-neşr - 1979m).
  9. Mihemed Salih Pêndroyî (Cegersoz), Jiyana keltûrî û civakî ya devera Mizûrî Bala, (Hewlêr – Çapxaneya Rojhilat - 2020z).
  10. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931-1958, (Dohok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
  11. Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).