Xezalî Mîrxan Xezalî, di sala 1923an de li gundê Jajokî yê qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, di sala 1945an de ligel malbata xwe piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan koçberî Rojhilatê Kurdistanê bûye û li devera Mecîdxan bi cih bûye, zewicî bûye, derçûyê peymangeha çandiniyê ya Çakînskî ya bajarê Tambov a Rûsyayê ye, di sala 1975an de piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê dîsa koçberî Rojhilatê Kurdistanê bûye û bo bajarê Kermanê hatiye dûrxistin, heta serketina Şoreşa Îslamî ya Îranê di sala 1979an de, paşê vedigere bajarê Nexede yê li Rojhilatê Kurdistanê û li wir bi cih dibe. Di sala 1997an de koça dawî kiriye.
XebatnameXezalî Mîrxan Jajokî, di sala 1943an de peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan re kiriye, li çiyayê Bradost di sengerê berevanîkirinê de li dijî Artêşa Iraqê bûye û bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha leşkerî ya awarte dest bi ser hemû milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatiye girtin. Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan berê xwe daye Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Demokratîk a Kurdistanê li bajarê Mehabadê bûye Pêşmerge, di şerên bereya Nexede û Şino ya Komara Demokratîk a Kurdistanê de beşdar bûye, di şerê Qelatan de birîndar bûye.
Piştî nesko ya Komara Demokratîk a Kurdistanê, ji wan Pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û deşta Berazgirê ve bi xaka Bakurê Kurdistanê di gundê Xwakurkê re ber bi gundê Ergoş û devera Herkî Binecê ve vegeriyaye.
Piştî vegera wan, jenerel Mistefa Barzanî di 15ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir hemû hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê Pira Mako de beşdar bûye û piştî zehmetî û westiyayîtiyeke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, derbasî aliyê Sovyetê bûye.
Piştî derbaskirina çemê Arasê û gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçevan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Paşê li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecer a Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê çiriya pêşîn a 1947an de bo serbazgeheke li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê hatine veguhastin û di dîroka 23ê heman mehê de kincên leşkerî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan perwerdeya leşkerî dane wan. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewar bûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn ku kampa leşkerî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin komelgeha Çirçûk a nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di perwerdeya leşkerî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê li zeviyên kolxoz û solxozan de hatine dabeşkirin, di bin çavdêriya (KGB) de di beşên dijwar de karê çandiniyê dikin, sala 1951ê ligel hevalên xwe bi dîtina Barzanî yê nemir şad dibin, piştî wê dîtinê, barûdoxê jiyana wan heta radeyekê baştir dibe.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbicih biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewma Xezalî Mîrxan di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî yê li Sovyetê.
Di sala 1958an de hikûmeta Komarî li Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) ya madeya dehem û karpêkirina bi madeya (11) bi piştrastbûna bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 ya sala 1959an, ew û hevalên wî yên ku beşdarî Şoreşa Duyemîn a Barzanî bûbûn, ketine ber lêborîna giştî û di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi rêya bendera Odîsa bi keştiya Groziya li Deryaya Reş derbas dibin û li tengava Mermere tên Deryaya Spî ya Navîn û bi rêya tengava Suwês û Deryaya Sor di 16ê nîsana 1959an de digihîjin bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê, ji aliyê xelkê Kurd û Ereb ve wek qehreman pêşwazî lê hatiye kirin, paşê vegeriyaye Kurdistanê.
Xezalî Mîrxan Jajokî di sala 1961ê de beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û ligel Mistefa Barzanî yê nemir diçe devera Badînan û di şerên Geliyê Zawîte, Zaxo, Çiyayê Metîn û Gare, Mirîba, Çiyayê Serê Akrê, Pîrs, Bêdarôn û Pîrefat de beşdarî dike, di şerê Çiyayê Serê Akrê de birîndar dibe.
Piştî cîgirkirina Pêşmerge û damezrandin û rêkxistina leşkeriya hêza Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê ligel Barzanî yê nemir diçe devera Balekayetî û pileya fermandeyê Pêşmerge werdigire, di beşa peywendiyên derwe û navxweyî ya baregeha Barzanî de kar dike.
Piştî rêkeftinnameya 11ê adara 1970an dema Pêşmerge di hêza pasewaniya sînor de hatin rêkxistin, Xezalî Mîrxan Jajokî dibe amirê hêza Kawe, heta sala 1974an û destpêkirina şerê navbera şoreş û Artêşa Îraqê di wê erkê de berdewam dibe. Salên 1974 û 1975an di şerên Sefîn, Şekrok, Asos û Pişder de beşdarî dike.
Xezalî Mîrxan Jajokî, sala 1979an ji bajarê Kirmanê yê Îranê vedigere Rojhilatê Kurdistanê û li bajarê Nexedeyê niştecî dibe, heman salê peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê dike, ji aliyê serkirdatiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve erka fermandeyê Hêzên Hemrînê pê tê spartin, wek fermandeyê wê hêzê beşdarî şerên Xinêre û Lolan û Xwakurkê li devera Bradost dibe.
Sala 1991ê Xezalî Mîrxan Jajokî, beşdarî raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê dibe, beşdarî azadkirina bajarê Silêmanî û Kerkûkê û raperînê dibe. Wek rêzgirtin li xebat û têkoşîna wî di pêxema Kurd û Kurdistanê de. Di Kongreya Yanzdehêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de di sala 1993an de ji aliyê serok Mesûd Barzanî midalyaya Barzanî yê nemir pê tê bexşîn.
Çavkanî:1. Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
2. Hevpeyvîn ligel Abas Xezalî, Pîrmam 6ê sibata 2024an.
3. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari Siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
4. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931 - 1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
5. Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlya zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).
6. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê heta Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).





