Yûsif Ebdulrehman Îsa, sala 1886an li gundê Seftî ser bi qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye û xwedî malbat bûye, sala 1932an piştî neskoya Şoreşa Yekem a Barzan awareyê welatê Tirkiyeyê bûye. Sala 1945an awareyê Rojhilatê Kurdistanê bûye, sala 1966an koça dawî kiriye û li zêdê xwe hatiye veşartin.
XebatnameSala 1931ê peywendî bi Şoreşa Yekem a Barzan kiriye û sala 1932an beşdarî şerê navdar ê Dola Vajêyê bûye, sala 1943an peywendî bi Şoreşa Duyemîn a Barzan bi rêberiya Mela Mistefa Barzanî dike, 11ê çiriya pêşîn a 1945an û piştî neskoya Şoreşa Duyemîn a Barzan, ligel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de û ligel kurê xwe Ehmed Yûsif Ebdulrehman berevanî li Komarê kiriye. Beşdarî şerên sînorê Seqiz û Tergewer û Mergewerê bûye.
Piştî rûxana Komara Kurdistanê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê beşdarî şerên berevaniyê yên li Rojhilatê Kurdistanê bûye heta di dîroka 19ê nîsana 1947an de li ser sînorê Îran-Îraqê. Jênêral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên xwe biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 22ê gulana 1947an de hevaltiya Jênêral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur (Kotol) û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyayîtiyeke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel tevahiya hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23yê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî ya hevalên Barzanî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê bê veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê Jênêral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewma Yûsif Seftî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.
Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Yûsif Seftî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Piştî vegerê li gundê Seftî yê qezaya Mêrgesorê niştecih dibe, bi sedema bilindbûna temenê xwe beşdarî Şoreşa Eylûlêyê nekiriye.
Serçave:1- Hevdîtin ligel kesûkarên wî ji aliyê Sefer Yûsif Jajokî, meha 12yê 2023an, Hewlêr.
2- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê





