Şehîd Zorab Xazî Bavir Xazî di sala 1951an de li gundê Erguşî, girêdayî qezaya Mergesor a parêzgeha Hewlêrê, ji dayik bûye. Gundî bû û mijûlî karê cotkariyê bû; xwendewar nebû û zewicî bû.

Di sala 1968an de têkilî bi Partiya Demokrat a Kurdistanê re dike û li Hêza Têkoşînê dibe Pêşmerge. Beşdarî şerên Sertîz û Gurez bûye. Di sala 1974an de koçberê Îranê dibe. Di salên (1981- 1984)an de beşdarî şerên sepandî yên li ser Partiya Demokrat a Kurdistanê dike. Di 4ê Îlona 1988an de, li şerê Xwakurkê li nahiyeya Sîdekan a parêzgeha Hewlêrê, ji ber topbarana Artêşa Iraqê şehîd dibe.

Çavkanî:

Arşîva beşa ensîklopediyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.