Îbrahîm Şêxo Îbrahîm, sala 1930an li gundê Şanedera ser bi nahiyeya Goretû li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di 30ê îlonê 1945an de Mela Şêxoyê bavê wî li rêya navbera Çiyayê Pîrs û nahiyeya Bêrêkepra ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji aliyê caşan ve şehîd hatiye kirin. Li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevseriyê li gel Pelîne pêk aniye. Her li wir xwendiye û di 15ê sibatê 1954an de li Zanîngeha Taşkendê hatiye wergirtin, di 29ê adarê 1959an de karîye bawernameya dîplomê werbigire, di 12ê hezîranê 1963an heta 20ê kanûna pêşîn 1963an Pelîne li gel yek zarokê xwe li Hewlêrê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve bi tohmeta wê yekê ku hevserê wê li gel Mela Mistefa Barzanî Pêşmerge bûye, hatiye girtin û dûre li taxa Seydawa bi cih bûye û di bin çavdêriyê de bûye û dûre vegeriyaye Rûsyayê. Îbrahîm Şêxo Îbrahîm sala 1982an li Hewlêrê koça dawî kiriye.
XebatnameDi 23ê gulanê 1947an de hevaltiya general Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê ve û di şerê Geliyê Qoturê û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandîbûneke zêde, di 18ê hezîranê 1947an de li ser rûbarê Arasê ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de, derbasî Sovyetê bûye.
Piştî gihîştina wan a Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîranê 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçevanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara Yekîtiya Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewar bûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên xwe, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxê 1948an de ji Komara Azerbaycanê bê veguhastin bo komelgeha Çirçûkê li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê general Mistefa Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Mistefa Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxê hevalên Mistefa Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn 1951an de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmehê 1958an li Îraqê û vegeriyana general Mistefa Barzanî di 25ê sibatê 1959an de û li gor her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, xwe û hevalên xwe ketine ber lêbûrdana giştî.
Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsanê 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê, sala 1961an beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û mamoste bûye, sala 1982an li Hewlêrê koça dawî kiriye.
Çavkanî:-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
- Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
- Di bîranînên fermandeyê şehîd Hesoyê Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî ya Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).
- Arşîva Desteya Ensîklopediya, forma Îbrahîm Şêxo Îbrahîm Şêxo, di rêkefta 1ê çiriya paşîn 2018 - Pîrmam.
- Nivîsa biryara lijneya lêbûrdana giştî ya vegerandina rûmetê bo şehîdên şoreşa Barzan, kovara Rizgarî, hejmar 3,2, Çapxaneya Rabite, Bexda, 1ê nîsanê 1959.





