Jînenîgarî

Îsa Mihemed Melko, sala 1927an li gundê Kanyelinca nahiyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1983an ji aliyê rejîma Be's ve li Qûştepe hatiye Enfal kirin.

Xebatname

Di 22ê gulanê 1947an de hevaltiya general Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê gelê Kotol (Qutûr) û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyayineke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê ji bo heyama çil rojan li komelgeheke servekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wekî dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayûlax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane ji bo heyama çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Ce'fer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê were veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin. 

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê general Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide ji bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.

Sala 1961an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye û beşdarî şeran kiriye, sala 1983an Enfal kirine.

Çavkanî:

1- Hamid Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzgirtinê, berga yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015).

2- Hemîd Gerdî, Pûxteya dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2004).

3- Şe'ban Elî Şe'ban, Hinek zanîyariyên sîyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013).

4- Omer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2002).

5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê- 2001).

6- Ebdullah Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr- Belavkirinên Akademiya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015).

7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011).

8- Di bîranîna fermandeyê şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîriyê- 1997).

9- Leys Ebdulmuhsên Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda- Dar El-Reşîd lil-Neşr- 1979).

10- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931-1958, (Dihok- Çapxaneya Xebat- 1998). 

11- Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam- Yûbîlya zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê- 1996).

12- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.