Îsmaîl Ehmed Menaf Hebîb, sala 1943 li gundê Sezeblaxê li nahiyeya Quretu ya qezaya Xaneqînê ya parêzgeha Diyaleyê ji dayik bûye, xwedî malbat bûye, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye, li kampên Ezel û Zehawê nîştecih bûye, dûre ji aliyê Savakê ve bo bajarê Abadanê dûr xistine. Sala 1991 vegeriyaye Başûrê Kurdistanê.
Sala 1958 peywendî bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê kiriye, sala 1962 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û di batalyona 6 a Bemo ya Hêza Rizgariyê de bûye Pêşmerge. Sala 1967 hatiye kirin serpel û berpirsiyarê serbazî. Sala (1962-1975) beşdarî çendîn şerên dijî Artêşa Iraqê bûye, di nav wan de şerê Hacî Omeran û şerên çiyayê Zozik û Xaneqînê û şerê Bemo.
Sala 1977 vegeriyaye bajarokê Rewanserê û peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye. Sala 1980 pileya kargêriya lijneya navçeya Xaneqînê wergirtiye û berpirsiyarê serbazî yê lijneya navçeya navborî bûye, beşdarî çendîn mefrezeyên partîzanî bûye, sala 1988 beşdarî şerê Xwakurkê bûye.
Sala 1991 wek kargêr û berpirsiyarê beşa serbazî ya lijneya navçeya Kelarê beşdarî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê bûye. Sala 1992 piştî pêkanîna Hêzên Pêşmergeyên hevbeş bi pileya muqedem hatiye kirin fermandeyê lîwaya 2 a Kelarê û heta sala 1994an di wî erkî de berdewam bûye.
Sala 1994 hatiye kirin endamê mihwerê Newrolê li Helebceya Şehîd û dûre jî erka berpirsiyariya hewalgiriya lîwaya 45 a Germiyanê wergirtiye. Sala 1996 di Artêşa Germiyanê de hatiye kirin berpirsiyarê îdariya artêşê. Sala 2002 bûye endamê Artêşa Hemrînê û heta sala 2005an di wî erkî de berdewam bûye.
Sala 2005 hatiye veguhastin bo fermandariya Germiyanê û bi pileya eqîd hatiye kirin berpirsiyarê emeliyatên fermandariya Germiyanê û heta sala 2010an di wî erkî de berdewam bûye û di heman salê de tûşî celtêya mêjî bûye, lewma sala 2012an malinşîn hatiye kirin.
Di 13ê Çiriya Pêşîn a 1999an de di Kongreya 12an a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, ji ber wan xizmetên ku pêşkêş kirine, ji aliyê serok Mesûd Barzanî madalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn.
Çavkanî:Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





