Îsmaîl Hacek Çemî di sala 1995an de piştî vegera xwe ji koçberiyê, li nivîsgeha Serok Mesûd Barzanî di wezîfeyê de bû. Di sala 2005an de, piştî damezrandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, karên taybet ên serok rêve bir. Di 6ê Çiriya paşîna sala 2022an de, li Kongreya çardehê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Dihokê ji aliyê endamên Kongreyê ve wekî endamê Komîteya Navendî hate hilbijartin. Piştî Kongreyê berpirsiyariya Baregeha Barzanî (Serok Barzanî) li Pîrmamê wergirt.
Çavkanî:1. Arşîva beşa Ensîklopediyaya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





