Şakir Beg Oxiz Beg sala 1921 li gundê Zerên li qezaya Şemzînanê ser bi parêzgeha Hekariyê ji dayik bûye, berî çûna wî bo Komara Demokratîk a Kurdistanê zewicî bû, navê hevjîna wî Zerîf Ebdulbaqî bû û zarokên wan hebûn, lê zarokên wan koça dawî kirine. Piştî çûna wî bo Yekîtiya Sovyetê, jiyana hevjînî li gel Maria Mecîd Osman pêk aniye û xwediyê du kur û du keçan bûne bi navên Ismet Şakir (1953), Emîn Şakir (1958), Hebîbe Şakir (1959) û Meryem Şakir (1951). Şakir Beg sala 1959 wek karmend li ser sînor hatiye damezrandin, şarezayiya wî di zimanên Kurdî, Erebî û Rûsî de hebûye, di meha sibata 2008an de koça dawî kiriye û li gundê Hezîr hatiye veşartin.
XebatnameDi dîroka 21ê hezîrana 1932an de li gel malbata xwe awareyê Komara Tirkiyeyê bûye, sala 1934an Oxiz Zulfeqarê bavê wî li Çemelya şehîd bûye, sala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û di şeran de beşdar bûye, di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di Hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê bûye Pêşmerge û di şerên bereya Seqizê li Komara Demokratîk a Kurdistanê de beşdar bûye.
Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û Deşta Berazgirê bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegera wan, Ceneral Mistefa Barzanî di 15ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamdan û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya Ceneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê Pira Makoyê de beşdar bûye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, derbasî Sovyetê bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewar bûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhêzin bo komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê Ceneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vriviskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.
Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera Ceneral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gor her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ber lêborîna giştî ketine.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961an beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û serpel bûye û di şeran de beşdar bûye, li Çiyayê Sefîn berpirs bûye, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe dide Şahnişîna Îranê, sala 1979an vegeriyaye Kurdistanê, sala 1991an fermandeyê hêzê bûye.
Çavkanî:-
Şeban Elî Şeban, Hendêk zanîyarîy sîyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
-
Umer Farûqî, Serdar Dana Jîndegî û Mubarizat-i Merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
-
Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîretî Barzan le Nêwan 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê – 2001z).
-
Ebdullah Xefûr, Ferhengî Cografyay Hewlêr, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
-
Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyekan le Mehabadewe bo Sovêt, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
-
Le Yad-daştî Fermandey Şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 Roj le gel Barzanî da Çûnî Barzanîyekan bo Yekêtî Sovêt, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997z).
-
Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Sewret 14 Temûz 1958 fî El-Îraq, (Bexdad - Dar El-Reşîd lil-Neşr - 1979m).
-
Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtnewey Rizgarixwazî Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
-
Necef Qulî Pesyan, ji Mehabada xwînawî heta peravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlê zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).
-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





