Basere gundekî Kurdistanê ye di sînorê nahyeya Xedranê ya ser bi qezaya Dûkanê ve, ketiye binê çiyayê Kosretê([1]), diyar e ew navçe jî wekî sercem navçeyên din ên Kurdistanê bi artêş û hêzên çekdar ên hikûmeta Îraqê hatibû dorpêçkirin. Hebûna feucekî Artêşa Iraqê li navçeyê bi temamî bi rebaya û xalên serbazî heta radeyek mezin bandora neyînî û metirsî li ser kar û guzêrana gund û rûniştvanên navçeyê hebû, herwiha astengek mezin jî bûn li ber şoreş û tevgera Pêşmerge. Sala 1962 vebûnek berfireh li ber çalakiyên Pêşmerge di holê de hebû bi sedema şilopiya rêzên artêş û hêzên hikûmetê. Li gelek navçeyên cuda yên Kurdistanê rojane deste û tîmên hêza Pêşmerge berengariya hêzên çekdar ên hikûmetê dibûn, derb li wan dixistin û ziyanên canî û madî yên mezin digihandin wan([2]).  

       Yek ji çalakiyên Pêşmerge şerê Basereyê ye ku di şeva 27/28ê tîrmeha 1987an de rû da, dema ku hêzekî Pêşmerge yê ser bi her du لقên sê û çar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê bi planek serbazî ya mukim êrîşek mezin û berbelav birin ser feuca Basereyê bi niyeta lêdan û encamdana çalakiyên partîzanî û gihandina ziyanê bi hêzên hikûmetê. Ji ber ku hêza Pêşmerge bi planek darêjrayî û amadekarî ya temam êrîş pêk anîn, karîn di maweyek kurt de dest bi ser feucê de bigirin û têk bişkînin. Di dawiyê de ziyanek mezin gihîşt hêzên serbazî yên hikûmetê ku ev bû: kuştina 152 serbazan, herwiha dîlgirtina 70 serbazên din. Baregeha feucê û sercem rebaya û xalên serbazî hatin têkbirin û miqdareke mezin a çek, teqemenî, kelûpel û pêdiviyên serbazî ket destê hêza Pêşmerge. Di tomarkirina wê destanê de ziyanên şoreşê şehîdbûna du Pêşmergeyan bû([3]).                

 Çavkanî:
  1. Mesûd Barzanî: Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.
  2. Gundê Basere https://www.youtube.com/watch?v=Z2q7MXQmq_0
  3. Şîmal Zêbarî: Hindek rastiyên veşartî di şoreşa Gulanê da, çapa yekem, çapxaneya Rojhilat, Hewlêr – 2015.

[1] - Gundê Basere https://www.youtube.com/watch?v=Z2q7MXQmq_0

[2] - Şîmal Zêbarî: Hindek rastiyên veşartî di şoreşa Gulanê da, çapa yekem, çapxaneya Rojhilat, Hewlêr – 2015, l 356- 403.

[3] - Mesûd Barzanî: Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021, l 71.