Gundê Derbend dikeve ser rêya Hamilton di navbera Çoman û Hacî Omeran de, di wan rojan de hikûmeta Iraqê baregehek li wî cihî bicîh kiribû, bi şêweyekî giştî hikûmet tenê rêyên sereke di destê xwe de bûn, rebaye û baregeh li ser ava kiribûn ji bo parastina wan û dabînkirina ewlehiya rêya hatûçûnê, diyar e di wan rojan de piraniya navçeyên din ên Balekayetî di bin destê Hêzên Pêşmerge de bûn, gundên derdora Çoman wek: Sekran, Xoşkan, Bindayzan, Êne û Mojdeynan, Gundejor, Nawende, Dola Rûst û gelek cihên din, di wê heyamê de baregeha Hêzên Pêşmergeyên navçeya Balekî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li gundê Sekran bû ku 15 – 20 km ji navenda bajarokê Çoman dûr bû.
Wekî ku di amajeya Elî Westa Hemed, Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê de hatiye, di dawiya bihara 1983 de nûçeyek gihîşt Hêzên Pêşmerge ku hikûmet hêzeke mezin aniye Balekayetî û di baregeha Derbend de bicîh kiriye, diyar e ew jî bê sedem nebûye belkû gumanê ew dikirin ku planek di bin serê wan de hebe, wekî kîwmalikirina devera û wan cihên ku wek navçeya azadkirî hatibûn naskirin ku di bin destê Hêzên Pêşmerge de bûn, piştî gotûbêjkirina nûçeyê ji aliyê berpirsên Pêşmerge ve biryar hat dayîn ku hêzek pêk bê û êrîşî baregehê bê kirin, ji bo encamdana çalakiyê û nîşandana hêz û bazûyên Pêşmerge û çêkirina tevlihevî di baregehê de.
Ji bo cîbicîkirina biryarê hêzeke zêdetir ji bîst Pêşmergeyan hat pêkanîn bi fermandariya Nejmedîn Goronî berpirsê navçeyê, di şevek dawiya bihara 1983 de xwe gihandin nêzîkî baregehê, piştî ku bi temamî li wî cihî bicîh bûn ku ji bo wan hatibû diyarkirin, dema wê hat ku dest bi cîbicîkirina nexşeya çalakiyê bikin, di gavê de bi çekên sivik ên destan dest bi gulebaranê li baregehê kirin, ji bo maweya nîv saetê şer berdewam bû, di maweya wê nîv saetê de alozî û tevliheviyeke mezin xistin nava baregehê, diyar e armanca sereke ya wê çalakiyê ew bû ku peyamekê arasteyî Artêşa Iraqê bikin ku Pêşmerge li devera Balekayetî hebûna wan heye û çalakiyên wan berdewam in, li her cihê ku pêwîst bike derbeyan li wan dixin, tevî wê jî tirs û tirsandin xistin nava rêzên wan bi wê yekê ku ti rêyek li ber çalakiyên Pêşmerge nayê girtin û ya ku mebesta wan be encam didin.
Piştî ku Hêzên Pêşmerge ya ku nexşe ji bo danabû encam da, manewaya wan sûdeke wisa nebû ji bilî ziyanê, ji ber ku Artêşa Iraqê wekî pîşeya wan a herdemî piştî her şerekî yan her çalakiyeke partîzanî tevahiya navçeyê topbaran dikir, lewma biryar hat dayîn ku cihê xwe bicîh bihêlin, lê Artêşa Iraqê di nav karvedanên xwe yên herî belav de dest bi topbaranikirina navçeyê kir û bi çekên doşka cihê êrîşa Pêşmerge sor kir, di encama wê bertekê de tenê yek Pêşmerge birîndar bû, yên din hemû bi silametî jê derketin û vegeriyan baregeha xwe li gundê Sekran, roja din baregeha hikûmetê komek xelkê navçeyê vexwendin û lêkolîn li gel wan kirin ku ew kî ne û ji ku hatine, xelkê navçeyê jî ji wan re ragihandin ku em peywendiya me bi wê hêzê re nîne û em wan nas nakin.
Çavkanî:1- Hevpeyvîn li gel Elî Westa Hemed Xelkanî, Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê, beşdarbûyê şer, rûniştvanê Soran, taxa Çemê Rêzan, 4ê Gulana 2026.





