Sala 1985 bi sedan çalakî ji aliyê Pêşmerge ve hatin encamdan, bi wê sedemê ziyaneke mezin gihîşt hêzên Artêşa Iraqê di kuştî û birîndar û dîlkiriyan de, tevî ziyana madî û destkeftiyên Pêşmerge di çek û teqemenî û kelûpelên serbazî de, yek ji wan çalakiyên ku di wê heyamê de hatin encamdan şerê Geliyê Qirqî bû di hezîrana 1985 de, lijneya navçeya Şêxan a Partiya Dêmokrata Kurdistanê civîneke encam da ligel lijneya rêxistinan bi mebesta berdewamkirina çalakiyên partîzanî li sînorê navçeya xwe, di wê civînê de desteyeke Pêşmerge hatin raspardin bo destnîşankirina cihekî ku rebaya yan her binkeyeke din a hêzên Artêşa Iraqê lê be ji bo ku êrîş bikin serê û derbekê li wan bixin û çalakiyeke pêşmergatiyê tomar bikin, di 2ê hezîrana 1985 de ew Pêşmergeyên ku bo wê karê hatibûn raspardin di bin serpereştiya Sedîq Hacî Huseyn berpirsê rêxistina Şehîd Hefzulla û Emîn Xalid Nesrî berpirsê rêxistina Şehîdên Eşkewta Dekan, bi karê xwe rabûn û rebaya Geliyê Qirqî (Serê Mexara) diyar kirin bo encamdana çalakiyê. 

 Di nexşeya serbazî de berî encamdana çalakiyê desteyeke Pêşmerge di şêweyê mefrezeyekê de dihatin rêkxistin û serdana wî cihî dikirin ku niyaza çalakiyê li wir hebû, bo komkirina zanyariyan û şarezayiya navçeyê û berçavronî û nirxandina helemerca serbazî di rûyê qebare û hêzê de, herwiha çawaniya danîna nexşe û plana êrîşkirinê.       

 Desteya Pêşmergeyan xwe nêzî rebayê kirin û nexşeya êrîşa xwe bi wî şêweyî danîn:

_ Topeke 57mm li beşa rojhilatê rebayê daynin û hejmarek Pêşmerge bo terxan bikin bo lêdana rebayê û berevaniyê bikin eger her hêzek li derdora wê niyaza êrîşê hebe bo cihê çalakiyê.

_ Doşkeyeke 12,5mm li serê geliyê cîgîr bibe bo berevanîkirinê li egera her êrîşeke derdorê.

_ Hêzeke Pêşmerge terxan kirin bo êrîşkirinê ser rebayê bi Fermandeyiya Sedîq Hacî Huseyn berpirsê rêxistina Şehîd Hefzulla û Emîn Xalid Nesrî berpirsê rêxistina Şehîdên Eşkewta Dekan bi wê pîvanê ku xwe şarezayê cihê bûn. 

 Di 4ê hezîrana 1985 de hêza Pêşmerge, demjimêr sifir danî bo êrîşkirina ser rebaya Geliyê Qirqî, piştî ku hemû Pêşmerge li wan cihên ku bo wan hatibûn diyarkirin cîgîr bûn, Fermandeyê Pêşmerge Sedîq Hacî Huseyn bi xwe yekem arpîcî di rebayê da, paşê Hêzên Pêşmerge ji hemû aliyan ve destrêja guleyan li rebayê kirin, serbazên rebayê ku ji aliyê Pêşmerge ve êrîş li wan hatibû kirin û dorpêç kiribûn bi hiş hatin û berevanî kirin, di encama wê berevaniyê de şer germ bû Hêzên Pêşmerge teng bi rebayê hildan, lê di germeya şer de Sedîq Hacî Huseyn ket ber sêra serbazan û Şehîd bû, bo ku aloziyê di êrîşa Pêşmerge de çênebe û moralê wan neyê xwarê Emîn Nesrî cihê wî girt û dest da arpîcî û ber bi rebayê êrîş kir, lê ewqasî neçû ew jî hat pêkirin û Şehîd bû, bi Şehîdbûna wan du fermandeyên Hêzên Pêşmerge şilopî ket êrîşê, herçend şer her berdewam bû, lê hêza Pêşmerge bîr li wê kir ku dest ji êrîşê berdin û vekişin.

 Piştî ku herdu fermandeyên Pêşmerge Şehîd bûn Hêzên Pêşmerge nekarî berdewamiyê bide êrîşê belkî ketin feriya veguhastina termê herdu Şehîdan, bi wê sedemê nekarîn dest bi ser rebayê de bigirin û vekişiyan, ligel wê jî li gor zanyariyên ku destê Pêşmerge ket di heyama şer de hejmarek serbaz hatin kuştin.      

                 

   

   

   Çavkanî:

1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975- 1990 Şoreşa Gulanê, beşa duwem, çapa yekem, (çapxaneya Roksana- 2021).  

2- Mihemed Murad, Xebata çiya, bîranîn û serhatiyn Şoreşa Gulanê di navbera salên (1976-1989) de, (çapxaneya Kurdistanê- Zaxo- 2007).

3- Hacî Mîrxan Dolemerî, Geran bi dû dadperweriyê de, berga duwem, çapa duwem, (Kurdistan- 2021).