Berdewamiya çalakî û lêdana hêzên hikûmetê li navçeyên cuda gur û tîn xistibû rêzên Pêşmerge û şerê partîzanî, di 6ê kanûna pêşîn a 1986 hêzeke Pêşmerge bi fermandariya Şimal Zêbarî berpirsê lîjneya navçeya Şêxan biryar dan ku kemînekê deynin di navbera Suwaretûka û Zawîteyê de, piştî ku agahî gihîştinê ku hêzeke Artêşa Iraqê pêk dihat ji du zirêpoş û du otomobîlên din ên leşkerî yên cureyê Îva bi hêzeke leşkerî ve sibehan di demekî zû de di navbera Suwaretûka û Zawîteyê de hatûçûn dikin bi mebesta pişkinîn û parêzvanîkirina li rêyê, lê di bingeh de mebesta wan nehiştina tevgera Pêşmerge bû li navçeyê([1]). Şayanê behsê ye beşek ji şer û çalakiyên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê pêk dihatin ji danîna kemînan ku bi wî awayê rûbirûbûnê dikaribûn ziyana mezin bigihînin hêzên leşkerî yên hikûmetê([2]).   

Ew hêza Pêşmerge ya ku hatibû terxankirin ji bo encamdana wê çalakiyê pêk dihatin ji 50 Pêşmergeyan û xwe amade kirin û nexşe û plana xwe bi vî awayî danîn:

Desteyek ku ji 10 Pêşmergeyan pêk dihat li qenteriya jêr a cadeyê xwe veşartin heta ku hêza leşkerî ya hikûmetê nêzîkî wan dibe û digihîje ser wan, destpêkê ji wan re derkevin û destrêjîya guleyan li wan bikin.

Desteyeke din a wan bi çekên giran ên wekî Dûşka û Bîksî li beşa jor a rêyê çavdêriya rewşê dikirin, eger desteya yekem a Pêşmerge erka xwe bi cih anî ew berevaniyê li Hêzên Pêşmerge yên cihê bûyerê bikin, xalên leşkerî yên nêzîk ên navçeyê bikin armanc û teqeyan li wan bikin, herwiha rêgiriyê jî li wan hêzan bikin eger ji Dihok û Sersingê ve bi hawara hêza hatî pêkandin bên([3]).

Hemû Hêzên Pêşmerge bi şev bi rê ketin heta gihîştin nêzîkî cihê çalakiyê, paşê desteya Pêşmerge ya ku nexşeya xweveşartinê ji bo wan hatibû danîn li qenteriya bin cadeyê çûn bo cihê diyarkirî û kemîn danîn, desteya duyem a wan bi dûriya (300 – 400) metreyan ji desteya yekem li cihê xwe yê diyarkirî hatin bicihkirin.

Dema ku aso ronî bû Pêşmerge di çaverêya hatina hêza leşkerî de bûn lê dereng ket, Hêzên Pêşmerge heta radeyekê nîgeran bûn ji nehatina wan, belkî gumanê dikirin ku nûçe li ser wan hatibe dayîn û plan eşkere bûbe lewma biryar dan her otomobîlekî leşkerî bi rêyê de çû bike armanc û teqe li wan bike, dema ku saet bû 7ê sibehê ji nişkê ve Îvayek tije serbaz ji Sersingê ve hat bo Dihokê, her ku otomobîla leşkerî gihîşt ser wan ji her du deriyên qenteriyê derketin û bi çekên (R.P.G) û Kalaşnîkovan dan ber rijêna guleyan û têk birin, hemû serbazên di nav de hatin kuştin, ji bilî serbazekî nebe bi saxî derket ew jî bi dîlî hat girtin, Pêşmerge çûn nav serbazên kuştî û çekên wan kom kirin ku ji cureyê Kalaşnîkov bûn.

Di wê kêliyê de hêzeke leşkerî ji Dihokê û hêzeke din ji Sersingê bo bihawarhatina serbazên xwe gihîştin cihê şer, Pêşmerge û serbazan rûbirûyî hev bûn û şer germ bû, tank û zirêpoşên artêşê hewl didan bigihîjin Îvaya leşkerî lê nekarîn ji ber berevaniya bihêz a Pêşmerge, heta nêzîkî nîvro şer berdewam bû paşê Pêşmerge gihîştin hev û biryara vekişînê dan, rejîma Îraqê bi wê çalakiyê ya Pêşmerge gelek dilgiran û nîgeran bû ji ber sedema wê ku Pêşmerge her gava mebesta wî be û li her cihê be êrîş dike ser hêzên wan û ziyana mezin digihîne wan lewma, Artêşa Iraqê bo tolesendinê devera Mizûriyan topbaran kir([4]).         

Çavkanî:
  1.  Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.
  2. Şimal Zêbarî, Hindek rastiyên veşartî di Şoreşa Gulanê de, çapa yekem, çapxaneya Rojhilat, Hewlêr – 2015.
  3. Suwaretûkahttps:// 3arf.org/wiki/

[1]- Şimal Zêbarî, Hindek rastiyên veşartî di Şoreşa Gulanê de, çapa yekem, çapxaneya Rojhilat, Hewlêr – 2015, r352.

[2] - Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî Kurd, berga çarem, 1975- 1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021, r62.

[3]- Şimal Zêbarî, heman çavkanî, r352.

[4] - Şimal Zêbarî, heman çavkanî, r 354