Piştî ku gotûbêja seranên şoreşê û hikûmetê ber bi têkçûnê ve çû, sîmayên destpêkirina şer di akar û reftarên hikûmeta Beisiyan de bi serokatiya Ebdulselam Arif de diyar bû, baregeha lijneya navçeya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li nav bajarê Hewlêrê derket, baregehek li çiyayê Qereçoxê yê devera Mexmûr- Kendînawe damezrandin, bi sedan kes peywendî bi wan re kirin, hikûmeta Îraqê jî her di nîvê meha nîsana 1963an de amadekariya êrîşa ser Kurdistanê dikir ku hêzên serbazî bi piştevaniya çekdarên kirêgirtî yên (caş) Erebên Bedew di meha hezîranê de dest bi êrîş û girtin û şopandina Kurdan kirin.  

Hêza Pêşmerge ku li çiyayê Qereçoxê cîgir bûbûn ji aliyekê ve gefa Artêşa Îraqê li ser wan bû, ji aliyekê din ve xelkê Mexmûrê bi berdewamî nûçe didan wan ku herdem gefa girtin û kuştina Heres Qewmî ya hikûmetê li ser wan e û dest avêtine talankirin û zeftkirina milk û malên xelkê piraniya gundan, herwiha girtin û azar dan û avêtina zîndanan li ser destê Heres Qewmiyan zêde bûbû, heta kar gihîştibû wê yekê ku rastî gîçelên destdirêjiya jinan jî hatibûn ji aliyê hêza navborî, hêza Pêşmerge jî ji bo ku bi hawara wan ve biçin û vê stem û destdirêjiyê qebûl nekin û ji ser wan rakin mefrezeyeke partîzanî pêk anîn, di navbera Guwêr û Mexmûrê de kemînek ji bo Heres Qewmiyên Mexmûrê danîn û 4 çekdarên wan kuştin û dest danîn ser çekên wan.

Piştî wî şerî Heres Qewmiyan bi fermandariya Şêx Eneş û Mihemed Şehade li gel hêzeke mezin a polîs û serbazan ku hejmara wan nêzî 800 kes dibû bi piştevaniya tank û topxane û çendîn otomobîlên serbazî di berbangê 6ê hezîrana 1963an de ji çend qolan ve êrîş kirin ser Qereçox û gundê Telxêm, hêzek ji bakur ve bi rêya Hewlêr- Dîbegeyê ber bi Mexmûrê bo bazargehê, hêzeke din ji başûrê sînorê Kerkûkê û bi rêya Dîbs – Dîbegeyê ber bi gundê Silêman Bexş, hêzeke din ji rojava ve ku siriyeyeke tankan li gel wan bû çûn gundê Sergeran nêzî çiyayê Qereçoxê ji bo ku ti hêzek nikaribe biçe çiyê û berevaniyê bike.

Di saet 7:30 xulekên sibê 6ê hezîranê li gundê Telxêm li binê çiyayê Qereçoxê li ser her du girên Telxêm û Kêlespî Pêşmerge û xelkê gundê berevaniya hêzên hikûmetê kirin, şerekî germ di navbera hêza êrîşber û hêza berevan de rû da heta saet yekê piştî nîvro berdewam bû, di encamê de hêzên hikûmetê rastî şikestê hatin li gel berketina ziyaneke mezin ku pêk hatibû ji 12 kuştiyên serbaz û Heres Qewmî û hejmarek birîndar, li gel dest danîn ser otomobîlekê û cîhazeke bêtêl, ji hêza Pêşmerge jî çar şehîd û herwiha ji nişteciyên gund jî 7 kes şehîd bûn ku pîşeya wan cotyarî bû. 

Piştî ku Pêşmerge û nişteciyên gund şikest bi êrîşê anîn hêzên hikûmetê di paşekişeya xwe de li sînorên Dîbege û Mexmûrê li deştên hemû rêyan çendîn welatiyên bê tawan girtin û li gel xwe birin.       

Çavkanî:

1- Xurşîd Şêre, Xebat û Xwîn, bîranînên salên xebata pêşmergatiyê, çapa sêyem, Hewlêr, 2015.

2- Xoşewî Elî Kanyelincî, bîranînên Ezîz Qazî Hemêd Surçî, çapxaneya Danişfer, Hewlêr, 2023.

3- Seyîd Kake, Bîranîna pêşmergeyekî, çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê, çapa yekem, 1997.

4- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaziya Kurd, berga sêyem, beşa yekem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, ç: yekem 2004.

5- Arî Kerîm, çend rûpelên zindî di Şoreşa Eylûlê de, çapxaneya Xebat, Dihok 1999.