Di rastiyê de rêxistinên partiyê di nava yekîneyên leşkerî yên li Zaxo de bi berdewamî nûçe û tevgerên artêşê yên li herêmê digihandin berpirsiyarê komîteya herêmî ya Zaxo ya partiyê Mela Salih Hacî Balekosî, yê ku bi xwe jî zanyarî digihandin Îsa Siwar fermandarê herêmê. Ji Adara sala 1962an ve Pêşmerge dest danîn ser hejmarek ji cihên hikûmetê li tengava Zaxo û nahiyeya Silîvana (Asêhî) û cihên xwe li gundê Tirikja û Geliyê Qelma xurt kirin. Peyameke lezgîn gihîşt Îsa Siwar ji komîteya herêmî ya Zaxo ku tê de hatibû gotin ku fujeke leşkerî ji Şêxan bi fermandariya Eqîd Mecîd Seba El-Ebûsî, bi mebesta guhertinê bi fuja Batîfa ve, di sibehê roja 1ê Nîsana 1962an de ji derbasgeheke çiyayî ber bi kampa Fayde ve tevgeriya û di saet 8:00ê sibehê de pêşrewiya karwan gihîşt nava tengava Zaxo. Hêjayî gotinê ye ku ev zanyarî berê bi rêya Xurşîd Selîm Şêre hatibû, yê ku endamê rêxistinên partiyê bû di fuja duyem a lîwaya sêyem de, yê ku bi xwe jî nûçeya veguhastina fujê gihandibû Mela Elî Reşad Hacanî, da ku fermandarê Pêşmerge Îsa Siwar agahdar bike.

Dema nûçe gihîşt, Îsa Siwar li gundê Hesen Ava bi hejmarek ji fermandarên baskên Pêşmerge re civînek li dar xist. Armanca civînê danîna planekê bû ji bo lêdana fuja duyem a lîwaya sêyem a ser bi Artêşa Iraqê ve. Piştî gotûbêjkirina planê, hêzên Pêşmerge li nava tengava Zaxo li çend koman hatin dabeşkirin bi vî awayî: Koma yekem ku ji Îsa Siwar û hinek ji parêzvanên wî û hejmarek ji Pêşmergeyên herêma Berwarî Bala bi fermandariya Derbaz Herûrî pêk dihat, li jêrê tengava Zaxo nêzîkî gundê Hesen Ava bi cih bûn.

Koma duyem li beşa jêrîn a tengavê ji aliyê rojava ve bi cih bûn û ji fermandarê bask Haşim Mîrozî, Yasîn Reşo Mîrozî, Ehmed Meho Şeranişî, Elî Reşo, Ferhan Elî û efser Derwêş pêk dihat. Di nîvê tengavê de koma sêyem ji aliyê rojhilat ve heta nêzîkî qereqola Sehrîjê bi cih bûn û ji fermandarê bask Elî Halo, Selman Xurşîd, Seîd Halo, Seîd Xelîl û hejmareke din ji Pêşmergeyan pêk dihat. Koma çarem ku ji Şêx Mistefa Hacî Mehmûd, Mihemed Xalid, Numan Mihemed, Şaban Seîd û Cangîr Sîvo pêk dihat, erka mijûlkirina xala leşkerî ya li Kelferînê pê hatibû spartin. Di heman demê de koma pêncem ku ji Silêman Laçî Mezûrî Bala, efser Silêman Doskî, Elî Elî Seyfedîn, Şêx Sadiq Ebdullah, Emîn Ozmanî û hejmareke din ji Pêşmergeyan pêk dihat, li aliyê rojhilatê tengava Zaxo heta nîvê wê bi cih bûn. Koma dawî jî ji hejmarek Pêşmergeyan bi fermandariya fermandarê bask Yasîn Muhyî Dizeyî û Pêşmerge Ebdulrehman Mihemed Ebdal pêk dihat, ev kom hatibû erkdarkirin ji bo lêdan û mijûlkirina xala leşkerî ya Koxîn – Tirikja. Di heman civînê de plana şer hat danîn, bi awayekî ku hemû kes pabendî rêwerzan bin. Plan wiha bû ku gulebarana yekem ji aliyê Elî Halo ve be, herwiha tekezî li ser parastina Pêşmerge ji dijmin û bi taybetî ji balafiran hat kirin. Tişta ku gelekî li ser hatibû tekez kirin, bi ti awayî destûr nedan ku du wesayîtên pêşrewiya karwan derbas bibin, ji ber ku ya yekem a fermandarê fujê bû û ya duyem a wesayîta peywendîdaniya bêtêlê bû, eger bigihîştana Fayde li Dihokê, wê hêzên din ji bo alîkariya wan bihatana.

Piştî vê rêkxistin û amadekariyê, plana rûbirûbûnê bi şêweyê kemînekê hat danîn. Pêşmerge bi dizî û bi planeke leşkerî ya xurt li dirêjahiya tengavê xwe veşartin û xwe bi pelên daran nixumandin. Karê yekem ku Pêşmerge kir, qutkirina xetên telefonê yên di navbera Zaxo û Mûsilê de bû.

Di sibehê roja 1ê Nîsana 1962an de, karwanê fujê gihîşt nava tengavê, ku ji 35 wesayîtan, pênc tankan, ligel pênc wesayîtên cîp ên taybet bi efseran, herwiha du wesayîtên pîkap ji bo parastina fermandarê fujê û amûrên peywendîdaniya bêtêlê pêk dihat. Dema gihîştin dawiya tengavê, karwanê leşkerî ji her du aliyan ve rastî gulebarana giran a Pêşmerge hat. Di şer de hejmarek efser û leşker hatin kuştin û birîndar bûn, di nav wan de fermandarê fujê Eqîd Mihemed Yehya ku birîndar bû û alîkarê wî Muqedem Nesîm Turkmanî hat kuştin. Herwiha şeş efser û 173 leşker û efserên pilebilind ji aliyê Pêşmerge ve hatin girtin û 53 efser û leşker birîndar bûn. Ji bilî vê, Pêşmerge karî dest deyne ser hemû çek, teqemenî, wesayîtên leşkerî û alavên ser bi fujê ve ku berê hatibûn behskirin. Li hemberî vê, ziyanên Pêşmerge sê Şehîd bûn ku ew jî Yasîn Mîrozî, Sebrî Ebdî û Qadir Îsmaîl Hesen bûn, herwiha hejmarek Pêşmerge birîndar bûn di nav wan de Mihemed Yûsif Gravî, Îsmaîl Hecer, Feyzî Osman, Silêman Asû û yên din.

Wê şerê dengvedanek berfireh di navendên leşkerî, siyasî û gelêrî de çêkir. Heta ku sererkanê Artêşa Iraqê Lîwa Rukn Ehmed Salih El-Ebdî zehmetî kişand di agahdarkirina Ebdulkerîm Qasim de bi telgrafê derbarê şikestê de, ku zêdetirî 10 deqîqeyan di gihandina wê de dereng ma. Li Bexda di wê demê de gotegotek belav bû ku sererkan ji efseran xwestiye telgrafê deyne ser maseya serokkomar. Ev yek bû sedema belavbûna nûçeya vê şikesta şermezarker bi awayekî berfireh li seranserê Îraqê, heta ku welatiyên Îraqî bi propagandayên Ebdulkerîm Qasim dikenin ku berê ragihandibû ku ew çeteyan û qaçaxçiyan ji nav dibe! Di heman demê de, artêşê fêm kir ku şer û pevçûn li Kurdistanê ketiye qonaxeke nû û ji navbirina tevgera Kurdî ne karekî hêsan e. Heta ku hêz û aliyên siyasî yên Îraqî fêm kirin ku berdewamiya şer li Kurdistanê dê ziyanên zêdetir bigihîne Îraqê û pirsgirêk dê berdewam bin, ji bilî Partiya Beis û neteweperestên Ereb ku helwesta wan li hemberî doza Kurdî neguherî, ku wan propagande dikir ku serhildana Kurdan ji ber nermbûna Ebdulkerîm Qasim û nebikaranîna tundûtûjiyê li hemberî wan berdewam e, lewma dikare bi topbarana giran û bikaranîna hêzeke mezintir û tundûtûjiyeke dijwartir li hemberî wan were tepisandin û ji navbirin. Bi rastî jî diyar bû ku bersiva hikûmetê bi şandina hêz û yekîneyên leşkerî yên zêdetir bo Kurdistanê bû, di heman demê de kampanyayeke girtin û şopandina berfireh a sivîl û alîgir û piştevanên şoreşa Kurdî li qezaya Zaxo bi tohmeta piştevanîkirina şoreşa Kurdî dest pê kir û bêyî hebûna ti belge an şahidan ew avêtin zindanan.

Çavkanî:

1- Ebdulfetah Elî El-Bûtanî, Herêma Badînan 1925- 1970, cild 2, (Çapxaneya Zanîngeha Selahedîn- Hewlêr- 2017).

2- Muhemmed Salih Pêndroyî (Ceger Sûz), Jiyan û xebata şehîdê fermande Ebdurrehîm Cesîm Barzanî, bê cihê çapê, 2020.

3- Rojîn Çelebî Munîr, Zaxo 14ê Tîrmeha 1958 – 6ê Adara 1975, Senterê Zaxo bo Vekolînên Kurdî, Zaxo, 2018.

4- Şekîb Eqrawî, Salên karesatê li Kurdistanê. Giringtirîn bûyerên siyasî û leşkerî li Kurdistan û Îraqê ji 1958 – 1980, (Çapxaneya Çandê- Hewlêr- 2007).