Piştî ku Komara Kurdistanê rastî têkçûnê tê û hêza Barzaniyan bi serokatiya Mela Mistefa Barzanî, biryar didin ku careke din vegerin warê xwe, di rêya vegerê de rastî hejmarek şer û pevçûnan li gel hêzên artêşa Îranê û eşîrên Kurd û Tirkên alîgirê hikûmetê tên, di encama wan şer û bergiriyan de hejmarek ji Barzaniyan şehîd û birîndar dibin û li aliyekî din jî dikarin ziyaneke mezin bigihînin hêza Îranê. Piştî derxistina biryara şerkirina li gel Barzaniyan, artêşa Îranê dikare di 15ê Adara 1947an de bi sûdwergirtina ji hêza peyade ya Qerepax û leşkerên hêza Kirmaşanê bêyî şerkirinê bilindahiyên keleha Xan Tawûs dagîr bike û ew dagîrkirin jî dibe sedema wê ku artêşa Îranê sûd ji girîngiya wî cihî werbigire û di saet 11ê sibehê de bi alîkariya hêza topavêj navçeya Weznê jî ji aliyê artêşa Îranê ve tê dagîrkirin.
Di wê demê de hejmarek ji hêzên Barzanî ku li Derbendê Şeytan Abad bûn digihîjin wî cihî û li aliyê bilindahiyên Weznê ber bi keleha Xan Tawûs dikevin rê û li wir êrîşî hêza Îran û Tirkên eşîra Qerepax dikin û wan dişkînin û dikarin çend kesên wan bikujin û birîndar bikin ku yek ji wan fermandarekî hêza Îranê bi navê Tîmûrî bûye, lê li gel hemû wê dlaweriya ku hêza Barzanî di wî şerî de nîşan da, ji ber ku hêza alîkarî pêk hatibû ji lîwaya 3 ya batalyona Kebîr bi fermandariya mûlazimê yekem Nasir Pûr ji bo leşkerên Îranî digihîje Weznê û keleha Xan Tawûs û herwiha ji ber wê topbarana ku ji aliyê artêşa Îranê ve dihat kirin ser hêza Barzanî, ew çekdar ji bo parastina jiyana xwe ber bi bilindahiyên Pîrnasir û gundê Derbend paşekişe dikin û herwiha keleha Çwarbet jî dikeve destê wan eşîran ku alîkariya hêza dewletê dikirin.
Di berdewamiya wî şerî de ku li çend navçeyan berdewam bû, beşek ji hêza Îranê bi fermandariya serheng Ensarî êrîş dikin ser gundê Qelatan û di wî şerî de jî hêza Îranê navçeyê topbaran dike û di encama wê bordûmanê de Siltan Axa birayê Hemed Axayê Mêrgesorî şehîd dibe. Bi dagîrkirina wê navçeyê jî metirsiyeke mezin li ser Şino û gundên deşta Şino ku Barzanî tê de bûn çêdibe.
Çavkanî:1- Huseyn Elî Rezm Ara, Ferhengê Cografyayê Îranê (Gund) parêzgeha 3 û 4 Azerbaycan, Tehran, Weşanxaneya Dayreya Cografyayê ya Stada Artêşê, 1330.
2- Ebas Xezalî Mîrxan, Ji Mehabadê heta Gader, Hewlêr, Çapxaneya Menare, çapa duyem, 2007.
3- Sipehbed Mihemed Kazimî. Serheng 2ê Stad Menûçehr Elborz, Dîroka pêncî saliya hêza bejayî ya Şahanşahî ya Îranê, Tehran, 2535..
4- Zerar Silêman Beg Dergelêyî, Bîranînên min di salên (1943-1977), Silêmanî, Çapxaneya Rehend, 2002..
[1] - Şeytan Abad:ceytan-abadGundek li Mirdêyê Dolê li nahiyeya sînorî ya bajarê Rizaiye, dikeve dûriya 46 kîlometre li başûrê rojhilata Rizaiye-5/2 kîlometreya rojavayê rêya Rizaiye bo Mehabad, li binê çiyayê ye, niştecihên wê Tirk in.
[2] - Çwarbet: cahar-botGundek li Mirdêyê sînorê nahiyeya Şino li bajarê Rizaiye, dikeve dûriya 5/16 kîlometre li başûrê rojhilata Şino-5/8 kîlometreya başûrê rêya Şino bo Neẍede, navçeyeke çiyayî ye û keş û hewayeke sar heye û niştecihên wê Kurd in.





