Rejîma Beis bi mebesta li dijî şoreşa Kurd rabûnê her rêyek ceriband, yek ji wan rêyên ku girt ber xwe, çekdarkirina genc û lawên Kurdistanê bû, di çarçoveya çendîn mefrezeyên taybet û fewcên xefîfede rêxistin kirin (Barzanî, 2021, 9), ev jî çend armancên xwe li pey xwe hebûn, ji wan: li dijî hev kirina Kurd li aliyekê û hemû ewên ku ji serbaziyê direviyan, li şûna ku tevlî rêzên şoreşê bibin, diçûn rêzên çekdarên kirêgirtî, di temamiya êrîş û pelamarên Artêşa Iraqê de li dijî hêza Pêşmerge mil bi milê Artêşa Iraqê beşdar dibûn, heta wisa lê hat bûn beşek mezin ji hêza çekdarî ya dewletê, gelek ji binkeyên serbazî û rebayan radestî wan çekdaran hatin kirin, tevî wê jî beşdariya wan a çalak di êrîş û pelamarên ser navçeyên di bin hejmoona şoreşê de hebû (Elî, 2016, 71).

Di 25ê Gulanê 1987ê de hêzeke mezin a çekdarên kirêgirtî bi piştgiriya tank û zirîpoş û buldozeran êrîş birin ser gundê Şivê li devera Guliya, bi mebesta rûxandin û kavilkirina gundê navborî û gundê Kurka, berî destpêkirina êrîşê hêzên hikûmetê dest bi topbarana çir li navçeyê kirin. 

 Hêza Pêşmerge li navçeyê seger girtibûn ji bo rûbirûbûna hêzên hikûmetê, dîtin ku qafila otomobîlên serbazî û buldozer ber bi gundê Şivê ve diçin, hêzeke Pêşmerge ku ji bo parastina gundan û rûbirûbûna êrîşa hêzên hikûmetê hebûna wan li navçeyê hebû, her ku hêza hikûmetê dîtin dest bi teqekirinê kirin daku niştecihên gund ji êrîşa hikûmetê agahdar bibin, bi wê pîvanê wisa dihat xuyakirin ku niştecihên gund ji wê êrîşa hikûmetê bê agah in, sibeha zû hêza Pêşmerge ligel hejmarek ji bergirên milî gihîştin hev û li gundên Korkê û Kaniyata kom bûn, di wê komcivînê de nexşeya rûbirûbûna hêza êrîşber danîn, dabeşî ser çend desteyan bûn û paşê çûn bo gundê Şivê, daku rê li ber êrîşê bigirin, dema ku ji hêzên hikûmetê nêzîk bûn, Pêşmerge dabeşî ser çend xalan bûn, daku ji çend qolan ve bersiva wan bidin û bereya şer fireh bikin (Murad, 2007, 170). 

 Di saet 8ê sibehê de hêzên hikûmetê ber bi gundê Şivê ve dest bi êrîşê kirin, hêza Pêşmerge li ber wan rabûn û şer bi germî dest pê kir, piştî ku çend gulleyên arpiçî û destrêja teqeya Pêşmerge bi pêşrewiyên hêzên çekdarên kirêgirtî de teqiyan, pêşrewiya wan sekinandin û nekarîn bên pêş, her çendî ji bo heyama du saetan şer berdewam bû lê hêzên hikûmetê nekarîn xwe ragirin, belkî di demekê de meydanê şer çol kirin û revîn (Murad, 2007, 170).

 Hêza Pêşmerge di şer de serketin, tevî ku şikestin bi êrîşa çekdarên hikûmetê anîn, ziyanên canî jî gihandin wan ku laşê 4 kuştiyan li meydanê şer de ma, dest danîn ser bڕek ji çek û teqemeniyan wek: qenasên rûsî ligel 4 kalaşnîkov û 4 sindoqên fîşekan û yek hawen û 10 gulleyên hawenê û têkşikandina buldozerekê ku ji bo rûxandina xan û malên welatiyan anîbûn (Murad, 2007, 171).

Çavkanî:

1- Barzanî, Mesûd, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa 

duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.  

2- Murad, Mihemed, Xebata Çiya, bîranîn û serhatiyên Şoreşa Gulanê di navbera salên (176-1989) de, çapxaneya Kurdistanê – Zaxo, 2007.

3- Elî, Nûrî Heme, Dîroka têkoşîna Pêşmergeyekî di navbera jiyan û mirinê de, çapa duyem, çapxaneya Şeha, Hewlêr - 2016.