Şehîd Şêrzad Ebdulrehman Hemîd di sala 1972an de li bajaroka Berdereşê, girêdayî qezaya Akrê ya parêzgeha Dihokê, ji dayik bûye; heta qonaxa seretayî xwendiye, nezewicî bû. Di sala 1996an de şehîd hate kirin.
Di sala 1991an de piştî serhildana gelêrî ya Başûrê Kurdistanê tevlî rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye; di sala 1995an de li Artêşa Sidekanê bû Pêşmerge. Di şerên devera Sidekanê û Balakayêtî de beşdar bû. Di roja 21ê Tebaxa sala 1996an de di şerê navxweyî de, li Çiyayê Boleyê ya devera Sidekanê, şehîd hate kirin.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediyaya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




