Şehîd Şêx Salih Feqê Xidr Bas, di sala 1936an de li gundê Delziyaniyê, ku girêdayî bajarokê Çomanê yê parêzgeha Hewlêrê ye, ji dayik bûye; gundî bû û li karê cotkariyê dixebitî.
Di sala 1962an de bi Şoreşa Eylûlê re têkiliyê datîne û di hêza Balekê de, ku wê demê mamoste Hemîd Efendî berpirsiyar bû, dibe Pêşmerge. Beşdarî şerên wê deverê bûye. Di sala 1962an de li bajarokê Sîdekanê ji aliyê kirêgîranên rejîma Îraqê ve tê şehîdkirin û li wir jî termê wî tê veşartin.
Çavkanî:-
Arşîva Desteya Ensîklopediyaya Partiya Demokrat a Kurdistanê.




