

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Elî Xelîl Bêtkarî
Ev pirtûk lêkolîneke akademîk e ku ji pêşekî û derwaze û çar beş pêk tê.
Derwazeya vê pirtûkê çar teweran di xwe de digire ku behsa pêşîneya jiyana partayetî li Îranê, barûdoxê part û rêxistinên siyasî di navbera salên (1921-1941) û guhertinên salên (1939-1941) û firehbûna çalakîyên rêxistinî dike.
Beşa yekê ji çar teweran pêk tê ku derbarê part û rêxistinên çepgir ên Îranê di navbera salên (1941-1935) de ye, wek Partiya Tûdeyê ya Îranê, Firqeya Dêmokrata Azerbaycanê, part û rêxistinên çepgir ên Kurdî û part û rêxistinên çep ên biçûk û kêm bandor.
Beşa duyê ya vê pirtûkê çar teweran di xwe de digire ku behsa part û rêxistinên rastgir di navbera salên (1941-1935) de dike, wek partiyên parêzgar, partiyên neteweyî, partiyên navendî û part û rêxistinên Îslamî.
Beşa siyê ku çar teweran di xwe de digire taybet hatiye kirin bo helwesta part û rêxistinên siyasî di bûyerên Îranê de di maweya salên (1941-1946) de, wek helwesta partiyan beramberî dagirkirina Îranê ji aliyê hevalbendan ve, partî û pirsgirêka petrola bakur di navbera Îran û Sovyetê de, hevalbendiya partiyên çep û rûxandina komarên Azerbaycan û Kurdistanê, helwesta part û rêxistinan beramberî rewşa navxweyî ya Îranê.
Beşa çarê tîrêjê dixe ser rola part û rêxistinên siyasî di pêşhatên navxweyî yên Îranê de di maweya salên (1947-1953) de û çar teweran di xwe de digire wek, barûdoxê part û rêxistinan di maweya salên (1947-1949) heta hewla kuştina şah, part û rêxistin û hilbijartina xûla şazdehem û damezrandina Cebheyê Millî, rola part û rêxistinan di navbera pirsgirêka xwecihîkirina petrolê di salên (1950-1951) de, part û rêxistin di serdema hikûmeta Cebheyê Millî de di navbera salên (1951-1953).