Babekir Şêx Husên Laçîn, di sala 1931ê de li gundê Kirkemoyê ser bi nahiyeya Şêrwanê ya qezaya Mêrgesorê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Piştî nesko ya Şoreşa Yekem a Barzan ku Şêx Ehmedê Barzanî û hejmareke mezin ji malbatên Barzaniyan penah birin ber bakurê Kurdistanê, ew jî di 21ê hezîrana 1932an de ligel malbata xwe koçberî Komara Tirkiyeyê bûye ku wê demê temenê wî tenê salek bûye, lê piştî ku di sala 1933an de desthilatdarên tirk Şêx Ehmedê Barzanî radestî hikûmeta Îraqê dikin, malbata wan jî wekî hemû ew malbatên ku ligel Şêx Ehmed koçberî bakurê Kurdistanê bûbûn, vedigerin başûrê Kurdistanê. Ji ber nebûna dibistanan û girîngînedana hikûmeta Îraqê bi xwendin û xwendewariyê, di xwendinê de paş dikeve, bi awayekî ku wê demê Şoreşa Duyemîn a Barzan di sala 1943an de dest pê dike, ew di pola sêyem a seretayî de dibe.
Piştî ku hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî dike bo Yekîtiya Sovyetê, li wir bo heyama pênc salan li zanîngehê dixwîne, di sala 1959an de bawernameya dîplomê di beşa teknîkî ya mekanîka otomobîlan de li Zanîngeha Indosiralî Teknikom wergirtiye. Her sê zimanên kurdî, farisî û rûsî zanibûye. Di 5ê adara 2020an de li bajarokê Selahedîn koça dawî kiriye û li goristana gundê Kirkemoyê hatiye veşartin.
XebatnamePiştî destpêkirina Şoreşa Duyemîn a Barzan di sala 1943an de û berdewambûna wê heta sala 1945an, Babekir Şêx Sên di vê salê de peywendî bi rêzên şoreşê kiriye û xortekî temen sêzdeh salî bûye û bi gihandina xurekê bo baregehan û meydanên şer xizmeta Pêşmerge kiriye, bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfi ya serbazî dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatiye girtin.
Di 11ê çiriya pêşîna 1945an de û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, ligel Mistefa Barzanî û hevalan derbasî rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî li komarê kiriye.
Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji rojhilatê Kurdistanê bo başûrê Kurdistanê, beşdarî şerê Neqede û şerê Şino yê li rojhilatê Kurdistanê kiriye, herwiha ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê ya bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegera wan, jeneral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalan re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir hemû heval biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo heyama çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wekî dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîna 1947an de bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê hatine veguhastin û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo heyama çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalan, Barzanî biryar dide kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalan bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê de hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vriviskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîna 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.
Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jeneral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û karê bi madeya (11) bi piştrastbûna bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ketine ber lêbûrdana giştî.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin û Şêx Husên di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalan bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Babekir Laçîn li Bexdaya paytexta Komara Îraqê ligel Mistefa Ebdulla Feqê Nebî û Seîd Ehmed pasewanên Mela Mistefa Barzanî bûne. Sala 1961ê beşdarî Şoreşa Eylûlêyê bûye û serqol bûye û yekem car li gundê Bêdarûn ligel Îdrîs Barzanî bûye û dûre çûye Berwarî Bala li cem Mela Mistefa Barzanî û Şerîf Ebdulla Feqê Nebî berpirsê wî bûye. Sala 1962an ligel Mela Mistefa Barzanî çûye navçeyên Qeladizê û Bîtwên û Dûkan û beşdarî şerên wan navçeyan bûye.
Piştî rêkeftina 11ê adara 1970an heta 1974an dibe pasewanê sînor û di sala 1974an de vedigere cem Mela Mistefa Barzanî. Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Îlonê wek penaber berê xwe dide Îranê, li komelgeha Zêwe niştecih dibe û heman sal diçe Cehrûmê û piştre tê veguhestin bo Saweyê.
Sala 1980an beşdarî Şoreşa Gulanê bûye. Di raperîna bihara sala 1991ê ya Başûrê Kurdistanê de beşdar bûye û li Şeqlawe niştecih bûye û piştre di sala 1998an de li Selahedîn niştecih dibe. Di kongreya sêzdehema Partiya Dêmokrata Kurdistanê de madalyaya Barzanî yê nemir jê re hatiye bexşîn. Di 5ê adara 2020an de li bajarokê Selahedîn koça dawî kiriye û li goristana gundê Kirkemo bi axê hatiye spartin.
Çavkanî:-
-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê
- Hamîd Gewherî, Madalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzgirtinê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015).
- Hemîd Gerdî, Puxteya dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Weşana Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004)
- Heyder Farûq El-Samerrayî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhîkme - 2016).
- Di bîranîna fermandeyê şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî de çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998).
- Nes qerar lecnet el-efw el-am bi redd el-îtîbar ila şuhada sewret Barzan, Meclet Rizgarî, hejmar 2, 3 Metbeet el-Rabite, Bexda, 1 nîsan 1959.
- Arşîva Desteya Ensîklopediya, deqa hevpeyvîn ligel Babekir Şêx Hisên Laçîn, di dîroka 10ê kanûna duyem a 2016an – Pîrmam.
-





