Di ciwaniya xwe de tevlî Partiya Komunîst a Fransayê bû, di sala 1964an de di 25 saliya xwe de serdana Kubayê kir û bi Fidel Castro re hevdîtin kir. Di sala 1966an de ji ber hewldana dûrxistina sekreterê Partiya Komunîst a Fransayê ji partiyê hat derxistin. Di sala 1968an de bû endamê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor û di dema şerê navxweyî yê Nîjeryayê de ji aliyê Xaça Sor ve çû Biafrayê.

Di sala 1971ê de, piştî bidestxistina ezmûna xwe bi Xaça Sora Navneteweyî re, rêxistina Bijîşkên Bê Sînor damezrand, ku di dema şerê navxweyî de alîkariya birîndar û nexweşên li herêmên ku ji aliyê hikûmetan ve hatibûn dorpêçkirin kir. Paşê ji ber cudahiyên di nêrînê de bi serokê rêxistinê re, ji rêxistina Bijîşkên Bê Sînor derket.

Di sala 1980î de, rêxistineke din ji bo heman armancê damezrand, ew jî rêxistina Bijîşkên Cîhanê ( Médecins du Monde). Di sala 1980î de, di dema şerê navxweyî yê Libnanê de, dema ku kampa koçberan a li rojhilatê Beyrûtê di bin dorpêçê de bû, bi awayekî nêzîk bi şîiyan û Îmam Mûsa Sedir re kar kir. Di sala 1983an de bi komekê re gihîşt herêma Alanê ya di navbera sînorê rojhilat û Başûrê Kurdistanê de, û li nexweşxaneyeke ser bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya Îranê ve birîndar û nexweş derman kirin. Di sala 1986an de, dema ku şer li Başûrê Kurdistanê, Biafra, Etiyopya û Sûdanê derket, Dr. Bernard Kouchner çû da ku alîkariya kesên zirar dîtine li wan herêman bike. Li Somaliyê, ew çenteyên birincê digihand birçiyan da ku wan ji mirinê rizgar bike, van karan ew kir kesayetekî hezkirî li seranserê cîhanê.

Di sala 1988an de di dema serokatiya François Mitterrand de tevlî Partiya Sosyalîst a Fransayê bû. Di salên 1992-1993an de wezîrê tenduristiyê yê hikûmeta sosyalîst a Fransayê bû û di sala 1994an de wek endamê Parlamentoya Ewropayê hat hilbijartin. Di sala 1997an de wek nûnerê Fransayê bû endamê Parlamentoya Ewropayê. Di heman salê de, piştî bidawîbûna berpirsiyariya xwe ya li Parlamentoya Ewropayê, careke din wek wezîrê tenduristiyê hat tayînkirin, mansibek ku heta sala 1999an domand.

Ji sala 1999an heta 2001ê, nûnerê taybet ê serokê rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Kosovoyê bû. Ji sala 2001ê heta 2002an, careke din li Fransayê mansibê wezîrê tenduristiyê girt ser xwe.

Di hilbijartinên Fransayê yên sala 2007an de, Bernard Kouchner piştgirî da Ségolène Royal li hemberî Nicolas Sarkozy, Royal hilbijartin li hemberî Sarkozy winda kir. Piştî avakirina hikûmetê, Bernard wek wezîrê karên derve yê Fransayê hat tayînkirin û heta sala 2010an di mansibê xwe de ma.

Dr. Bernard Kouchner wek hevalekî nêzîk ê neteweyên bêdewlet û neteweya Kurd tê dîtin û di qonaxên cuda yên dîrokî de helwesta wî li ser pirsgirêkên têkildarî Kurd û Kurdistanê hebû. Bo nimûne, berî ku Ebdulrehman Qasimlo bê terorkirin, Bernard Kouchner fêm kiribû ku Komara Îslamî plan dike wî teror bike, ji ber vê yekê jê re gotibû ku baldar be û dema digere parêzvanek pê re be. Piştî destpêkirina qonaxên Enfalê, rêxistina Bijîşkên Bê Sînor karî bigihîje herêmên azadkirî û alîkariya bijîşkî pêşkêşî Hêzên Pêşmerge bike, ku serokê rêxistinê Bernard Kouchner hevalê nêzîk ê Kurdan bû û bi wî re Frédéric Tissot hebû, ku her du bûn piştevan û hewarhatiyên Kurdistanê.

Di sala 1991ê de, piştî koçberiya mezin a mîlyonî ya xelkê Başûrê Kurdistanê, Bernard Kouchner û Dr. Frédéric Tissot roleke bibandor di amadekirina biryara Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya hejmar 688 de lîstin ji bo diyarkirina herêma qedexekirî ya firînê li Başûrê Kurdistanê.

Piştî proseya azadkirina Îraqê, têkiliyên dîplomatîk ên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Fransayê de derbasî qonaxeke bihêztir bûn. Bernard Kouchner dema ku wezîrê karên derve yê Fransayê bû, di 1ê hezîrana 2008an de bi fermî ofîsa nûneratiya Fransayê li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê vekir, ku Serok Mesûd Barzanî û serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

bi xêrhatina wê kirin. Di gulana 2010an de bi vexwendina Bernard Kouchner, fîlmê "Kûçikên Îranî" li sînemaya wezareta karên derve ya Fransayê li Parîsê bi amadebûna 500 berpirsiyarên çandî û siyasetmedarên fransî, medyayê û şêwirmendan hat nîşandan. Dr. Bernard Kouchner dîplomat û siyasetmedarekî fransî û navneteweyî yê navdar e û bi pirsa Kurd re hevxem e, di 15ê adara 2013an de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve ji bo xizmet û hewldanên wî yên ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê, Nîşana Barzanî wergirt.

Çavkanî:

- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.