Şehîd Ebdulrehman Mihemed Resûl di sala 1970an de li gundê Pîrsuwan, girêdayî qezaya Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê, ji dayik bûye; heta pola şeşemîn a seretayî xwendiye, zewac kiriye. Di sala 1991an de tevlî rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê dibe; di sala 1995an de li Artêşa 6 a Soranê dibe Pêşmerge. Di piraniya şerên parastina serweriya qanûnê li devera Soranê de beşdar bûye. Di roja 2yê Îlona sala 1997an de li Çiyayê Derabî bi destê çekdarên PKKê şehîd hate kirin.
Çavkanî:1-Arşîva Desteya Ensîklopediyaya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




