Ebdulwahîd Hemed Law, naskirî bi Ebdulwahîd Hemed Law, sala 1946ê li gundê Gwanê yê ser bi nahiyeya Diyana ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, xêzandar bûye û xwediyê du kur û çar keçan bûye.
Sala 1964ê peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, pileya partîtiyê biriye, di dawiyê de bûye endamê lijneya navçeya Rewandizê, heman sal peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dike, li batalyona Seyîd Asî ya ser bi hêza Balek dibe Pêşmerge, her zû dibe serleq li heman batalyonê, piştî rêkevtinnameya 11ê Adara 1970ê di navbera Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi serokatiya Mela Mistefa Barzanî û Partiya Beis hatibû îmzekirin, Ebdulwahîd Hemed Law berdewam dibe li karê rêxistinî li sînorê lijneya navçeya Rewandizê.
Sala 1974ê piştî destpêkirina şerê navbera Hêzên Pêşmerge û Partiya Beis, Ebdulwahîd Hemed Law dubare çekê pêşmergatiyê hildigire û berevaniyê li xaka Kurdistanê dike, di 17ê Nîsana 1974ê de di şerê Çiyayê Gorezê de li nêzîkî gundê Balekiyanê yê nahiyeya Diyana, ew bi xwe û birayê wî û apê wî û çend kesên din ji xizmên wî Şehîd tên kirin.
Ji ber barûdoxê şer û hebûna bombebarana tank û topên dijmin nedibû ku rûfatê Şehîdan li gundê Gwanê bi xakê bispêrin, lewma li gundê Sîtkanê hatin veşartin.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





