Hado Mihemed, sala 1920 li gundê Blê ser bi nahyeya Barzan li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, berî çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê zewicî bû û navê hevjîna wî Knêr Salih bû û keçek wan hebû bi navê Pery ku di sala 1947 de ji dayik bûye. Piştî çûna bo Yekîtiya Sovyetê li wir jiyana hevjînî li gel Temre Drakonova Barfîrlina pêk aniye, keçek û kurek wan hebûye bi navên Tanya û Mihemed ku ya yekem di sala 1954 û ya din di sala 1956 de ji dayik bûne, di 31ê tîrmeha 1983ê de di operasyona Enfalê ya Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqê ve li komelgeha Quştepe li gel sê kurên bi navên Mihemed (1956-1983), Umer (1968-1983) û Ehmed (1971-1983) hatine windakirin.
XebatnameDi 23ê gulana 1947ê de hevaltiya General Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê ve û di şerê Gelê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdar bûye û piştî zehmetî û ماندووبوونeke zêde, di 18ê hezîrana 1947ê de li çemê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, derbasî Sovyetê bûye.
Piştî gihîştina wan bo Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947ê de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947ê de bo serbazgeheke li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê hatine veguhastin û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan perwerdeya serbazî dîtine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewar bûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948ê de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di perwerdeya serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949ê de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê General Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navborî di çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958ê li Îraqê û vegera General Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959ê û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) ya madeya dehem û karpêkirina bi madeya (11) bi piştrastbûna bi yasaya hewarbûyî ya hejmar 19 ya sala 1959ê, ew û hevalên wî ketine ber lêborîna giştî.
Sala 1958ê Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navborî di 16ê nîsana 1959ê de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyane Kurdistanê. Sala 1961ê beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û serleq bûye.
Çavkanî:-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê
- Hemîd Gerdî, Puxteya Dîroknamê, çapa yekê, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
- Rêkarî Mizûrî, Jinen Rôs û Ragwastin û Enfal û Komelkujî, çapa yekê, (Hewlêr – Çapxaneya Minare - 2010z).
- Rêkarê Mizûrî, Serborên trajîdiyayên Barzaniyan, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 22013z).
- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên sîyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, bergê duyê, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013z).
- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931-1991, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî – 2001z).
- Ebdullah Xefûr, Ferhenga Cografî ya Hewlêrê, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
- Umer Hemze Salih, Jînosayd û tawanên rejîma Beis dijî Barzaniyan 1975-1991 li gorî zimanê şayîdhalan û belgeyan, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2017z).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekê, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
- Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekê, (Pîrmam - Yûbîlî Zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z)
- A.D.A, fayla hejmar HB-72, Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Baregay Barzanî, Lijneya Bilind a Navçeya Barzan, Forma Hado Mihemed Ehmed Perya, Pîrmam, 1ê çiriya paşîn a 2018z.





