Hemezaîd Ezet Qemer Mihemed di sala 1966an de li gundê Laweranê yê ser bi qezaya Derbendîxanê ya ser bi parêzgeha Helebce ji dayik bûye, gundnişîn bûye û qonaxa xwendina seretayî temam kiriye, dayika wî navê wê Hepse Ezîz e û xêzana wî navê wê Nehiye Kerîme ye û xwediyê du keçan dibe bi navên Çiya û Çinûr, di sala 1983an de Şehîd bûne.
XebatnameDi sala 1982an de peywendî bi rêzên Şoreşa Gulanê kiriye û di betalyona Seyid Behadîn ya ser bi Lîjneya Navçeyê ya Helebce ya Partî bûye Pêşmerge, di sala 1983an de li nêzîkî gundê Îmamê Zamnî yê ser bi nahyeya Sîrwan, ligel hevsengerekî xwe bi navê Bahir Ebdulqadir çaverêyê belemê dikin bo derbaskirina deryaçeya Sîrwan, lê di wê demê de firokeya rejîma Be's bombebaranê wan dike û Hemezaîd Ezet Şehîd bûne.
Çavkanî:Arşîfa desteya Ensîklopediya Partî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




