Piştî serkeftina derbeya 8ê Sibata 1963an û destgirtina Partiya Be's li ser desthilatê li Îraqê, çend gerên danûstandinan di navbera nûnerên fermandeyiya şoreşê û hikûmeta nû ya Îraqê de li ser sozên ku derbekaran berî wergirtina desthilatê dabûn fermandeyiya şoreşê hatin kirin, ya dawî çûna şandeya şoreşê bo Bexda û herwiha Misir û Cezayîrê bû.
Bi giştî, danûstandinan ti encameke berbiçav bi xwe re neanî, vê carê hikûmetê hewl da danûstandinan bi rêya şandina çend şandeyên fermî bo cem Mistefa Barzanî bidomîne, ji bo vê armancê yekem şande bi serokatiya Tahir Yehya sererkanê Artêşa Iraqê û endamê Encûmena Fermandeyiya Şoreşê li Cewarqurne ligel Barzanî civiya. Serok Barzanî projeya xweseriyê û daxwazên şoreşê radestî şandeyê kir û hişyarî da wan ku divê ew daxwaz heta dawiya demsala biharê cîbicî bikin, na dê şer dest pê bike.
Proje li ser Encûmena Fermandeyiya Şoreşê hat pêşkêşkirin û ji aliyê xwe ve hewl dan daxwazên xwe kêm bikin. Ji bo vê armancê û ji bo guhertina helwesta fermandeyiya şoreşê, şandeyeke din careke din bo Cewarqurne hat şandin, li wir ligel Barzanî civiya, bi armanca çareserkirina pirsgirêkan li ser çend xalan li hev kirin, di 11ê Adara 1963an de Encûmena Fermandeyiya Şoreşê daxuyaniyek da ku tê de pirsa Kurd û daxwazên wê yekalî kir.
Daxuyaniya Encûmena Fermandeyiya Şoreşê tiştek bo Kurdan di nav xwe de negirt, danûstandinan ti encam bi xwe re neanîn, di vê derbarê de, Mistefa Barzanî dît ku pêwîst e şêwira Mekteba Siyasî û fermandeyên neteweyî bike û kongreyeke giştî li dar bixe. Nûnerên xwe yên taybet bo her navçeyeke Kurdistanê şandin da ku nûnerên xwe bo kongreyê bişînin. Piştî bidawîbûna amadekariyan, di 16ê Adara 1963an de, nûnerên hemû qatên civakê ji çîn û qatên cuda yên civakê gihîştin Koyeyê, fermandeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê û fermandeyên yekîneyên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê û serokên eşîrên şoreşger gihîştin Koyeyê.
Lidarxistina kongreyêKongre di navbera 18 heta 22ê Adara 1963an de, bi serokatiya Mistefa Barzanî di bin sîwana hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê de li mala Kake Ziyad Axa ya Koyeyê, bi amadebûna 2500 kesî hat lidarxistin, 200 ji wan mafê dengdanê hebû. Armanca kongreyê amadekirina daxwazên Kurdî ji hikûmeta Îraqê bû. Di encamê de, şandeyek bi serokatiya Celal Talebanî hat avakirin û bo Bexdayê hat şandin, şande pêk hatibû ji: Salih Yûsifî, Mesûd Mihemed, Husên Xanqa, Semed Mihemed, Hebîb Mihemed Kerîm, Eqîd Sadiq, Şaxewan Namiq, Babekir Resûl, Mistefa Ezîz û Îhsan Şêrzad.
Hemû danûstandinên ku hatin kirin bi şikestê bi dawî bûn, desthilata derbekar li Bexdayê difikirî ku ligel Komara Misir û Komara Sûriyeyê bibin yek daku bibin komareke erebî ya yekbûyî. Herwiha şandeya Kurdî bi serokatiya Celal Talebanî ligel şandeyeke hikûmeta Îraqê bo cara duyem serdana paytexta Komara Erebî ya Yekbûyî Qahîreyê kirin, daku piştgiriyê ji Cemal Ebdulnasir werbigirin.
Lê danûstandin şikestin, di destpêka Hezîrana 1963an de, şerekî alîyekî û ji nişka ve ji aliyê Artêşa Iraqê ve li dijî Kurdistanê dest pê kir. Hin endamên şandeyê ji cihê rûniştina xwe reviyan, yên din di 9ê Hezîrana 1963an de dema vegera xwe bo Kurdistanê li firokexaneya Kerkûkê hatin girtin.
Çavkanî* Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd 1961-1975, Bergê sêyem, Beşa yekem, (Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, 2004).
* Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê Kongre û Konferans (Bername û Rêziknameya Navxweyî), Bergê yekem û duyem, (Hewlêr – Çapxaneya Rojhilat - 2021).
* Mehmûd Ed-Dirre, Doza Kurdî û Neteweperestiya Erebî di şerê Îraqê de, (Beyrût – Weşanên Dar Et-Telî'e – 1963)..
* Hebîb Mihemed Kerîm, Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê – Îraq (di qonaxên sereke de) 1946 – 1993, (Duhok – Çapxaneya Xebat – 1998).
* Ehmed Dilzar, Bîranînên rojên jiyana min (Hewlêr – Wezareta Rewşenbîrî û Lawan – Çapxaneya Şehab – 2019).
* Chris Kutschera, Tevgera Neteweyî ya Kurd, wergera Îbrahîm Yûnisî, çapa duyem, (Tehran – Weşanxaneya Negah – 1377 h.ş).
* Selah Reşîd, Mam Celal, Hevdîtina jiyanê ji ciwaniyê heta Qesra Komarî (Silêmanî – Çapxaneya Kardo – 2017).
* Selah El-Xerse, Tevgerên Siyasetmedar li Kurdistanê Îraqê, xwendinek di dosyayên tevger û partiyên Kurdî li Îraqê 1946-2001, (Beyrût – Çapxaneya El-Belax – 2001).


