Mehmûd Ebdulrehman Umer Babkeyî, naskirî bi Mehmûd Qule, sala 1928 li gundê Babkê ya nahiyeya Pîran a qezaya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, xêzandar bûye û zimanê Kurdî û rûsî dizanîbû. Di 12ê kanûna pêşîn a 1962an de di şerê geliyê Zawîtê de Şehîd bûye.

Xebatname

    Sala 1943 peywendî bi Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943- 1945) kiriye, di 31ê adara 1946an de li hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Mehabadê bûye Pêşmerge, di şerên bereya Seqiz û Nelos û Nexede û Şino de beşdarî kiriye.

    Piştî nesko ya Komara Dêmokrata Kurdistanê, ji wan Pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û deşta Berazgirê ve bi xaka Bakurê Kurdistanê li gundê Xwakurkê ji bo gundê Ergoş û devera Herkîyên binecî vegeriyaye..

   Piştî vegeriyana wan, jeneral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalan re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalan biryara berdewamdan û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin..

    22ê gulana 1947an hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê geliyê Kotol (Qutûr) û şerê pirê Mako de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye..‌

   Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê ji bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û di warê xurek û cilûberg û hatûçûnê de wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine guhastin ji bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di rêkefta 23yê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane ji bo dema çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebû, waneyên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin..

   Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê were guhastin ji bo komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.. 

   Adara 1949an ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.. 

   Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve ji bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbe cê biryara pêkanîna lîjneyekê dide ji bo lêkolînkirin li barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lîjneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin.

   Sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê..

   Sala 1961 peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge, beşdariya şerên Kanî Masî, Mangêş û Bamerne kiriye.

Çavkanî:

 Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.