Şehîd Nebî Ehmed Sofî, di sala 1938an de li gundê Wertê, girêdayî qezaya Riwandizê ya parêzgeha Hewlêrê, ji dayik bû. Nexwende bû û zewac kiribû.

Di sala 1985an de tevlî rêxistinên veşartî yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bû. Di sala 1995an de li lîwaya Mistefa Wertî ya artêşa 6an a Soranê dibe Pêşmerge û beşdarî şerên devera Balekayeti dibe. Di roja 3ê Îlonê ya sala 1997an de, li şerê parastina serweriya qanûnê li gundê Wertê, ji aliyê çekdarên PKK ve şehîd hat kirin. 

Çavkanî:

1- Arşîva desteya Ensklopediyaya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.