Jînenîgarî

Salih Ehmed Fettah Xidir, nasraw bi (Reîsê yekem Salih Pêdawî), sala 1933 li gundê Pêdeyê ser bi parêzgeha Duhokê ji dayik bûye, qonaxên xwendina navendî û amadeyî li parêzgeha Duhokê temam kiriye, di 30ê hezîrana 1956an de bi pileya mûlazimê duyem di xûla sî û duyemîn a Koleja Serbazî ya Îraqî derçûye. Sala 1975 piştî nesko ya şoreşa Îlonê awareyê Şahnişîna Îranê bûye. Di 18ê kanûna duyem a 1991ê de li Şahnişîna Holandayê koça dawî kiriye, termê wî vegerandiye Kurdistanê û li goristana gundê Pêdeyê spartine axê, şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Farsî, Îngilîzî û Holendî bûye.

Xebatname

Di 6ê çiriya paşîn a 1958an de li firokexaneya El-Mûsenna ya nêzî bajarê Bexda pêşwazî li serok Mistefa Barzanî û hevalên wî dike, sala 1959 beşdarî xûleke topavêjiyê dike û di yekeya topavêjiyê ya sêyem ser bi tîpa 20 a leşkerê Îraqê xizmet dike. Sala 1962 ji ber çalakîya siyasî ji aliyê desthilatdarên Komara Îraqê ve bi sizayê pênc sal bendkirin li girtîgeha biyabanî ya Nûgre Selman hatiye hikumdan, sala 1959 beşdarî xûleke topavêjiyê dike û di yekeya topavêjiyê ya sêyem ser bi tîpa 20 a leşkerê Îraqê xizmet dike, sala 1963 peywendî bi rêzên hêza Pêşmerge ya Şoreşa Îlonê kiriye, sala 1966 fermandeyê batalyona çarem a hêza Qeredax ser bi leşkerê sêyem ê hêza Pêşmerge bûye, sala 1969 fermandeyê hêza Bemoyê bûye.

 Sala 1966 nûnerê Kongreya heftem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê li şaredêya Gelaleyê ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye, sala 1970 nûnerê Kongreya heştem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê li gundê Nawpirdan li sînorê parêzgeha Hewlêrê bûye, sala 1971 bi pileya Raîd vegeriyaye rêzên artêşa Îraqê, sala 1971 fermandeyê batalyona yekê ya Bemoyê ya pasewanên sînor (hêzên sînor) bûye, di rêkevta 29ê îlonê ya 1971ê de piştî hewla terorkirina serok Mistefa Barzanî ji aliyê terorîstên hikûmeta Îraqê ve hevaltiya serok Mistefa Barzanî dike bo nav cemawer, sala 1973 xûleke serkirdatiya serbazî ya taybet a şeş mehî li derveyî welat dîtiye, salên 1973-1975 fermandeyê hêza Kerkûkê bûye ku sînorê wê bi temamî dorpêçkirî bû ji aliyê artêşa Îraqê û caşên hikûmeta Îraqê. Di meha îlonê ya 1974an de wek fermandeyek beşdarî şerê Sertîzê li sînorê parêzgeha Hewlêrê kiriye.

 Sala 1979 ji aliyê nûnerên Kongreya nehem ve wek endamê yedeg ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Sala 1989 nûnerê Kongreya dehêmi ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye li gundê Hêşmaweyê yê Rojhilatê Kurdistanê.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

2- Ebdulqadir Ehmed El-Eydanî, Esma' Sûcna' we Mu'teqelî Secn Nuqret El-Selman, (bê cih - bê sal).

3- Kovara Sîrwan, Ekber Heyder Sûremêrî bi ser dikeve, hejmar 7, lîqa 15 a Xaneqînê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, payîza 2009z.

4- Feysel Resûl Xoşnaw, Bayografîya efserên Kurd, beşa duyem, (Tehran - Çapxaneya Rojhilat - 2020z).

5- Hebîb Mihemed Kerîm, Kerkûk we Sewret Eylûl El-Mecîde, Mecellet Gûlan El-Erebî, Merkez Gûlan El-Seqafî, El-Eded 70, El-Senet El-Sadise, Erbîl, Metbe'et Wezaret El-Terbîye, 31 Adar 2002m.

6- Îsmaîl Tenya, Hizbî Sosyalîstî Kurdistan Helkişan.. Dakşan .. Pertewazebûn, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2019z).

7- Îbrahîm Hemîd Îbrahîm, Rolê Efserên Kurd di Şoreşa Îlonê de (1961-1970), vekolîneke mêjûyî, masternameya çapnekirî - Zanîngeha Zaxo - Koleja Perwerdeyê - 2012z.

8- Cûmhûriyet El-Îraq, Wezaret El-Dîfa', Lecnet El-Mefsûlîn El-Siyasîyîn, Îla El-Mûdîrîyet El-Ammet li Şû'ûn El-Meharibîn, El-Eded 292, 17 Şibat 2010m.

9- El-Cûmhûriyet El-Îraqîye, Hewîyet Dubbat El-Ceyş El-Îraqî, Reqm El-Hewîye 12135, 20 Kanûn El-Sanî 1971m.

10- Hebîb Mihemed Kerîm, Tarîx El-Hizb El-Dîmqratî El-Kûrdîstanî - El-Îraq (fî Mehetat Reîsîye) 1946-1993, (Duhok - Metbe'et Xebat - 1998m).

11- Hemeyê Ferec Helebceyî, Li Şinroyê ve bo Stokholm, çapa sêyem, (Silêmanî - Çapxaneya Karo - 2015z).

12- Şekîb Eqrawî, Senewat El-Minhet fî Kûrdîstan Ehem El-Hewadîs El-Siyasîye we El-Eskerîye fî Kûrdîstan we El-Îraq min 1958 Îla 1980, El-Teb'et El-Sanîye, (Erbîl - Metbe'et El-Menare - 2007m).

13- Şehadet Xirîcî El-Kûlîyet El-Eskerîye El-Melikîye El-Îraqîye, El-Reqm El-Mûselsel 4233, 30 Hezîran 1956m.

14- Umer Usman, Jiyanî Kurdêk, bergê yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2005z).

15- Fatih Resûl, Çend lapereyek li mêjûya xebata gelê Kurdman, bergê yekem, (Swêd - Çapxaneya Helebce - 1979z).

16- Mihemed Elî Îsmaîl, Bîrewerîyekanm heftê sal temen û zêdetir li nîv sedsal xebat, (bê cih - 2019z).

17- Wezaret El-Dîfa', Mekteb El-Emîn El-Am, El-Mûdîrîyet El-Ammet li Şû'ûn El-Meharibîn, Îla Lecnet El-Mefsûlîn El-Siyasîyîn, El-Eded 339, 24 Kanûn El-Sanî 2010m.