Jînenîgarî

Sala 1918 li gundê Zêweyê ser bi nahiya Barzan li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, sala 2010 koça dawî kiriye.

Xebatname

Di 23ê gulana 1947an de hevaltiya general Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, derbasî Sovyetê bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî ji wan re hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin. 

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê general Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbeجê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera general Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ketine ber lêbûrdana giştî. 

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.  

Sala 1970 beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û di şeran de beşdar bûye, sala 1975 piştî neskoya Şoreşa Eylûlê wek penaber rû dike Şahnişîna Îranê, sala 1979 vegeriyaye Kurdistanê, sala 1983 bo cara duyem wek penaber rû dike Komara Îslamî ya Îranê, sala 1984 beşdarî Şoreşa Gulanê bûye û di şerên wê de beşdar bûye, sala 1991 vegeriyaye Kurdistanê. 

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê

  2. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyekan le Mehabadewe bo Sovêt, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).

  3. Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, înî, 15 nîsana 1959.

  4. Le bîrdashtî fermandey şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj legel Barzanî da çûnî Barzaniyekan bo Yekêtî Sovêt, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Roşenbîrî - 1997z).

  5. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Sewra 14 Temûz 1958 fî El-Îraq, (Bexda - Dar El-Reşîd lîn-Neşr - 1979m).

  6. Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd 1931 - 1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).

  7. Necef Qulî Pisyan, Le Mehabadî xwênawîyewe heta lêwarekanî Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî zêrrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).