Di Selîm Esed Xoşewî sala 1943an de li gundê Bêra Kepra yê ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, heta pola sêyem a amadeyî xwendiye, piştî şikestina Şoreşa Eylûlê sala 1975an penaberî Îranê bûye û li bajarê Kerecê bi cih bûye, ji bilî zimanê xwe yê zikmakî, zimanê farisî jî dizane.

Sala 1961ê tevlî Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê bûye, ji destpêka tevlîbûna xwe heta sala 1964an parêzvanê taybet ê Barzanî yê Nemir bûye, di sala 1964an de bûye fermandarê hêza Amêdiyê, di dema Şoreşa Eylûlê de beşdarî çend şeran bûye, di nav wan de şerê Zawîte-Cum Cîhan di navbera Zaxo û Dihokê de, şerên Sîdekan, Balkayetî, Deşta Diyana, Dola Reqa, Çiyayê Sefîn û deverên cuda yên Silêmaniyê, herwiha sala 1974an beşdarî şerê Tengava Dihokê bûye.

Sala 1961ê di şerê Zawîteyê de bi perçeyekî birîndar bûye, sala 1969ê bûye endamê Komîteya Navçeya Amêdiyê ya ser bi Şaxa Yekê ve, sala 1964an di Kongreya Şeşem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de delege bûye, sala 1970yê piştî Peymana 11ê Adarê bi pileya kaptan (serkewt) wekî fermandarê fuca sêyem a parêzvanên sînor li firokexaneya Bamernê hatiye erkdarkirin.

Sala 1976an tevlî Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê bûye û fermandarê hêza Xebat li Zêwê ya Rojhilatê Kurdistanê bûye, sala 1979an di Kongreya Nehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de delege bûye.

Sala 1991ê beşdarî raperîna gelê Kurdistanê bûye, sala 2010an di Kongreya Sêzdahêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de delege bûye, di heman kongreyê de Serok Mesûd Barzanî Nîşana Barzanî yê Nemir daye wî, niha endamê Komîteya Bilind a devera Barzan e.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê