Jînenîgarî

Seîd Barzanî, sala 1926 li gundê Rêzanê ser bi nahiyeya Gorto li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, Welî Beg Seîdê bavê wî di 8ê tebaxa 1945an de li nav polîsxaneya Mêrgesor şehîd bûye, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye, sala 1955 bawernameya bakaloryosê di beşa çandiniyê ya zanîngeha Voronêj û siyasetê li Yekîtiya Sovyetê wergirtiye, sala 1975 piştî nesko Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe dide Şahnişîna Îranê û li bajarê Kerecê niştecî bûye, sala 1991 vegeriyaye Kurdistanê û li Pîrmamê niştecî bûye.

Zimanên kurdî, erebî, tirkî, farisî û rûsî zanîbûye, di 8ê kanûna pêşîn a 2016an de li Selaheddîn koça dawî kiriye û li goristana Girkê Cewê ya ser bi navçeya Barzan hatiye veşartin.

Xebatname

Sala 1945 tevlî rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan bûye û serqolê pêşmergeyên gundê Rêzan û Dorê bûye û di şeran de beşdar bûye, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfiya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin.

Piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê bûye pêşmerge û pileya efserî jê re hatiye bexşîn, beşdarî şerên Mîandoaw, Bokan, Mergewer û Tergewerê bûye, di 29ê nîsana 1946an de beşdarî şerê Qerewa li navçeya Seqizê û di 3ê gulanê de beşdarî şerê Milqerenî bûye û piştî nesko ya Komara Dêmokrata Kurdistanê di 23ê sibata 1947an de beşdarî şerê Sîlowê li Rojhilatê Kurdistanê bûye.

 Di 19ê nîsana 1947an de biryar daye ku di bin fermandariya jenerêl Mistefa Barzanî li berxwedanê berdewam be, serperiştiya hêzekê kiriye li gundê Ergoş, di 23ê gulanê 1947an de beşdarî rêwîtiya ber bi Yekîtiya Sovyetê bûye û berpirsê deste bûye, di 28ê gulanê 1947an de li ser daxwaza Mîrhac Ehmed beşdarî civîna gundê Cirmê bûye, di 8ê hezîrana 1947an de li ser fermana mela Mistefa Barzanî hêza xwe biriye derdora gundê Ax Daşî ya Rojhilatê Kurdistanê, di 9ê hezîrana 1947an heta 11ê hezîrana 1947an beşdarî şerên Geliyê Qetur û Pira Makoyê bûye.

 Piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek, kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin komelgeha Çerçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di meha adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi firokeyê hatine veguhastin bo girava Moniyak li navenda Gola Oralkê. 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerêl Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.

 Sala 1961 beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye, herwiha beşdarî şerên Pîrs û Geliyê Zintayê bûye, sala 1967 bo dema sê salan wek nûnerê mela Mistefa Barzanî serperiştiya nahiyeya Sîdekanê kiriye, sala 1979 beşdarî Şoreşa Gulanê bûye û amirê hêza Sîdekanê bûye, di 16ê tebaxa 1996an de di çarçoveya ahengên Yûbîla Zêrîn de ji ber xebat û berxwedana wî di Şoreşa Duyemîn a Barzan, Komara Dêmokrata Kurdistanê, rêwîtiya ber bi Yekîtiya Sovyetê, Şoreşa Eylûlê û Şoreşa Gulanê ji aliyê serok Mesûd Barzanî Medalyaya Barzanî Nemir jê re hatiye bexşîn, yek car li Girbîş birîndar bûye.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hevpeyvîna kovara Metîn, Hevçeperê Barzanîyê Nemir Ezîz Qazî bîranînêt xwe vedigêrit, beşê yekê, kovara Metîn, lqê yekê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 47, xula sêyê, Dihok, çapxaneya Hawar, kanûna yekê 1995z.
  3. Hevpeyvîna kovara Metîn, Hevçeperê Barzanîyê Nemir Ezîz Qazî bîranînêt xwe vedigêrit, beşê duyê, kovara Metîn, lqê yekê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 48, xula sêyê, Dihok, çapxaneya Hawar, kanûna duwê 1996z.
  4. Hamîd Gewherî, Medalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekê, (Hewlêr - çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
  5. Heyder Farûq El-Samirraî, Diya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhîkme - 2016m).
  6. Zerard Silêman Beg Dergelêyî, Bîranînên min di salên 1943-1977an de, (Silêmanî - çapxaneya Rehend - 2002z).
  7. Sefa Caf, Şoreşa Nîştimanî û Neteweyî ya Eylûlê û Heybeta Esed Xoşewî, (Hewlêr – Çapxaneya Minare - 2007z).
  8. Sefer Yûsif Mîrxan, di 64mîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê li Mehabadê, Rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 3379, Hewlêr, 21ê kanûna duyem a 2010z.
  9. Sefer Yûsif Mîrxan Jajokî, Fermandeyê xebatkar û hevalê Barzanîyê nemir Seîd Welî Beg Seîd gihîşte karwanê nemiran, Rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 5168, Hewlêr, 8ê kanûna yekem a 2016z.
  10. Şeban Elî Şeban, Hinek Zanîyari Siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  11. Umer Farûqî, Serdar Dana Jîyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
  12. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
  13. Ebdulla Xefûr, Ferhenga cografî ya Hewlêrê, (Hewlêr - Belavokên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
  14. Ebdulla Ehmed Resûl Pşederî, Paşko ya bîranînên min di Şoreşa Eylûlê, berga duyem, (Silêmanî - Çapxaneya Şehîd Azad Hewramî - 2007).
  15. Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyên ji Mehabadê ber bi Sovyetê ve, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  16. Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, în, 15ê nîsana 1959.
  17. Di çarçoveya ahengên Yûbîlê Zêrîn de, Serok Mesûd Barzanî Mîdalya Barzanî dide têkoşeran û dayikên şehîdan, Govara Gulan, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 84, Hewlêr, 1ê eylûla 1996z.
  18. Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoyê Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzanîyan bo Yekîtîya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
  19. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lil-neşr - 1979m).
  20. M. Ehmed Mihemed Çîço, Bo dîrokê di bîranîna Mihemed Çîço Pêndroyî, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Şehab - 2010z).
  21. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
  22. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931 - 1958, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Nadyar - 2012z).
  23. Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlê Zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).