Şer vê carê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bi planeke leşkerî ya xurt û amadekariyên yekalîker li deverên cuda yên Kurdistanê dest pê kir. Piştî ku zexteke mezin li ser cihên Pêşmerge kirin, bi êrîşên li pey hev û topbarana giran a topavêj û balafiran li devera Akrê (Aqra), di encama vê zexta giran û kêmbûna zexîreyê de, Hêzên Pêşmerge ji wan cihan ber bi Çiyayê Pîres ve paşve vekişiyan. Bi hilweşîna vê xeta berevaniyê, baregeha hêza Akrê û Şêxanê li şikefta Şermenê bi fermandeyiya Heso Mîrxan Dolmerî rastî êrîşa hêzên hikûmetê hat. Tevî ku êrîşên hikûmetê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve dihatin têkbirin û ziyanên giran digihîştin wan, lê Pêşmerge piştî her êrîşeke ku dihat têkbirin, dest datanîn ser çekên artêş û kirêgirtiyan. Lê hikûmetê bi hêzeke leşkerî ya mezin, kirêgirtî û piştevanîya topên dûravêj û balafirên şer êrîşên xwe berdewam kir.

Di encama hemû van êrîşên li pey hev ên hêzên hikûmetê de, wan karîbûn dest deynin ser çend cihan û gundê Şûşê ku Hêzên Pêşmerge bi fermandeyiya Omer Axa Dolmerî berevaniya wê dikirin. Hêzên Pêşmerge planek danîn ji bo vegerandina van cihan, ji ber ku eger ew cih nehatibana vegerandin, diviyabû baregeha hêzê bihata veguhestin bo cihekî din. Plana êrîşa Pêşmerge li ser hêzên hikûmetê ji sê milan ve hat danîn; milê yekem pêk dihat ji êrîşa li ser rojavayê gundê Şûşê bi fermandeyiya Omer Axa Dolmerî, hêzeke din li rojhilatê gund bi fermandeyiya Hacî Mîrxan Dolmerî û Mela Ezîz Zêwîyî, û hêzeke din bi fermandeyiya Hormiz Melik Çeko Mesîhî ji bo girtina rê ji başûr ve da ku ew bên dorpêçkirin.

Di vê êrîşa ku Pêşmerge kir, hêzên hikûmetê rastî têkçûneke mezin hatin û cihên xwe vala kirin û termên kuştiyên xwe li qada şer hiştin. Nêzîk bû ku fermandeyê hêzên hikûmetê Eqîdê Rukin Se'eb Herdan bê girtin, lê di wê kêliyê de, Omer Axa fermandeyê Pêşmerge birîndar bû û Pêşmerge bi wî ve mijûl bûn, navbûyî derfet bi kar anî û reviya û ji destê Pêşmerge rizgar bû.

Piştî ku Omer Axa ji ber birîndarbûna xwe ji eniya şer dûr ket da ku derman bibe, Hormiz Malik Çeko cihê wî girt. Artêşa Iraqê di 27ê hezîrana 1963an de kampanyayeke din a berfireh a êrîş û destdirêjiyê li ser cihên Pêşmerge da destpêkirin, bi armanca rakirina Pêşmerge ji tevahiya deverê, bi taybetî piştî nîvro ku şer giran bû, lê Pêşmerge bi tundî berevaniya cihên xwe kirin, heta ku karîbûn vê êrîşê jî têk bibin û hêzên hikûmetê neçar bikin ku paşve vekişin û 12 terman li qada şer bihêlin. Di telgrafeke artêşa Iraqê de bi hejmara (1045) di 28ê hezîranê de ku di vê şerî de ket destê Pêşmerge, wan mikur hatin bi 27 kuştî û 51 birîndaran. 

Piştî hemû van êrîş û destdirêjiyên ku hêzên hikûmetê ji bo destgirtina li ser baregeha hêzê li şikefta Şermenê kirin, nekarîn bigihîjin armanca xwe, belkî rastî têkçûneke mezin û ziyanên giran hatin, ji ber ku Pêşmerge bi fermandeyiya Hormiz Malik Çeko li devera Şûşê, karîbûn li ber xwe bidin û berevaniyê bikin ku rê nedan wan ti pêşketinekê bi dest bixin, lewma hêz neçar bûn ber bi Dinarte û Çiyayê Pîres ve vekişin.  

Çavkanî:

1- Karwan Cewher Mihemed, Îdrîs Barzanî 1944-1987 jiyan û rola siyasî û serbazî di bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd de, (Çapxaneya Hêvî- Hewlêr- 2019).

2- Welî Zubêr Hostan, Çend rûdaw û beserhatik di şoreş û raperînên Barzan de, çapa yekem, (Çapxaneya Rojhilat- Hewlêr- 2017).

3- Hacî Mîrxan Dolmerî, Geran bedway dadperwerîda, bergi yekem, çapa duyem, (Çapxaneya Esra- Taran- 2021).

4- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd, bergi sêyem, beşi yekem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çapa yekem, 2004.

5- Arî Kerîm, Çend lapereyekî zindû di şoreşa Eylûlê de, (Çapxaneya Xebat- Dihok- 1999).