Jînenîgarî

Al Elî Al Osman, li gundê Hevindkayê ser bi qezaya Mêrgesorê ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Du caran zewiciye, cara yekem li Kurdistanê bi Salha Mihemed Şêro re û kurekî wan bi navê Seîd hebûye, cara duyem li Yekîtiya Sovyetê bi Mûmîn Ehmed Îsmaîl re, du kur û du keçên wan hebûne bi navên Nadir 1956, Ebdullah 1960, Gulnaz 1951, Gulsera 1954 ji dayik bûne û hevjîna wî ji tatarên nîvgirava Qirimê ya Komara Ukraynayê bû. Li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û di 15ê sibata 1954an de li zanîngeha Taşkentê hatiye wergirtin, di 29ê adara 1959an de karîbûye bawernameya dîploma bilind werbigire, navbirî ku ji Yekîtiya Sovyetê vegeriyaye bûye mamoste.

Xebatname

Alo Elî Alo berî ku peywendiyê bi Şoreşa Duyemîn a Barzan re bike, di Artêşa Iraqê de serbaz bûye, lê ji serbaziyê reviyaye. Sala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî dest bi ser gişt milk û malên wî de hatiye girtin.

Di 11ê çiriya pêşîna 1945an de piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzan ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê xizmeta pêşmergatiyê kiriye û di şerên bereya Seqizê de beşdarî kiriye. Di 15ê nîsana 1947an de ligel Şêx Ehmed Barzanî ji rûbarê Gader derbas bûye û vegeriyaye Kurdistana Iraqê, di 19ê nîsana 1947an de biryar daye di bin fermandariya jenerel Mistefa Barzanî di berxwedanê de berdewam be. Di 23ê gulana 1947an de yawerê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê bûye û wê demê serdesteyî kiriye.

Di rêkefta 16ê hezîrana 1947an de navbirî yek ji wan kesan bûye ku jenerel Mistefa Barzanî ligel Mîrhac Ehmed Tahir Akreyî (1911-1988) Lawko Mesîh û Şêxomer Şanederî raspardin biçin cem pasewanên sînorê Yekîtiya Sovyetê, da rê bidin wan biçin nava xaka Yekîtiya Sovyetê. Di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûne.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê ya Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji rûyê xurek û poşak û hatûçoyê wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê bi ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîna 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî dane wan. Di heman demê de ji ber ku bi xwe mamosteyê zimanê Kurdî bûye, rojane bo dema çar demjimêran waneya zimanê Kurdî bi hevalên xwe gotiye.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkentê paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr bi ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vriviskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîna 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.

Di sala 1958an de Komara Iraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Iraqê vegeriyaye Kurdistanê.

Piştî hilgirsana Şoreşa Eylûlê wek topçî û di heman demê de wek mamosteyê pêşmergeyên şoreşê bûye, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatiye raguhastin bo başûrê Iraqê û li parêzgeha Dîwaniye hatiye niştecîkirin û sala 1982an hatiye veguhastin bo komelgeha Quştepe. Di rêkefta 31ê tîrmeha 1983an de di proseya Enfalê ya Barzaniyan de, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve li komelgeha Quştepe ligel sê ji kurên xwe bi navên Seîd (1948-1983), Ebdullah (1960-1983) û Nadir (1955-1983) şûnbizir dikin.

Serçave:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekê, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
  3. Hîder Farûq El-Samirayî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Iraqê, (Londûn – Darulhîkme - 2016m).
  4. Rêkarî Mizûrî, Jinen Rôs û raguhastin û Enfal û komelkujî, çapa yekê, (Hewlêr – Çapxaneya Minare - 2010z).
  5. Rêkarê Mizûrî, Serborên trajîdiyayên Barzaniyan, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2013z).
  6. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  7. Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê zêrîn ê Pêşmerge, çapa yekê, (Pirmam - Çapxaneya Xebat - 1996z).
  8. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, berga duyê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
  9. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, berga sêyê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
  10. Umer Farûqî, Serdarê dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
  11. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê – 2001z).
  12. Ebdulla Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
  13. Umer Hemze Salih, Jenosayd û tawanên rejîma Beis dijî Barzaniyan 1975- 1991 li gorî zimanê şahidhal û belgeyên dîrokî, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2017z).
  14. Karwan Mihemed Mecîd, Barzanî ji Mehabadê heta Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  15. Di bîranînên fermandarê şehîd Haso Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
  16. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
  17.