Jînenîgarî

Avdel Mîro Enter, di sala 1916an de li gundê Çê yê ser bi nahiyeya Dêrelokê ve li qezaya Amêdiyê li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê, di sala 1959an de wek karmend li Fermangeha Çandiniyê ya Hewlêrê hatiye damezrandin û piştre bo Fermangeha Çandiniyê ya Silêmaniyê hatiye veguhestin, di 27ê tebaxa 2003an de koça dawî kiriye.

Xebatname

Li gel destpêkirina Şoreşa Duyemîn a Barzan di sala 1943an de tevlî refên şoreşê bûye, bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha leşkerî ya awarte dest danîne ser hemû milk û malên wî yên hatin û nehatin veguhastin.

Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de û piştî têkçûna Şoreşa Duyemîn a Barzan, li gel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de parastina komarê kiriye.

Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, beşdarî şerê Neqede û şerê Şino yê li Rojhilatê Kurdistanê bûye, herwiha ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û Deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistana Bakur ve vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, jeneraal Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir hemû hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jeneraal Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdar bûye û piştî zehmetî û westiyayîneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek, kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Piştre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê çiriya pêşîn a 1947an de bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê hatine veguhestin û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan perwerdeya serbazî dane wan. Ji ber ku mamosteyê zimanê Kurdî bûye, rojane bo dema çar saetan dersa zimanê Kurdî bi hevalên xwe daye.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn ku kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûkê ya nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di perwerdeya serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hevkariyê yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û piştre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneraal Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û kulên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewma navborî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navborî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.

Sala 1961ê beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û beşdar bûye di şerên Qeredax û şerê Gizezerd û şerê Pîremegrûnê de. Piştî rêkeftina 11ê adara 1970yî dibe pasewanê sînor li navçeya Pêncwênê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê û piştre sala 1974an bo Zawîteyê li parêzgeha Dihokê hatiye veguhestin.

 Sala 1984an Kemalê kurê wî çûye nav refên pêşmergeyên Şoreşa Gulanê, piştre hikûmet navborî ji gundê wî derdixe. Piştî proseya Enfalê ya sala 1988an, Avdel wek penaber berê xwe dide Komara Tirkiyeyê û li kampeke penaberan a Mûşê niştecih dibe. Navborî yek ji wan kesan bûye ku bi hebên jehrî dermanxwar hatiye kirin, lê ji mirinê rizgar bûye. Sala 1992an vedigere Başûrê Kurdistanê û di 16ê tebaxa 1996an de di çarçoveya ahengên Yûbîla Zêrîn de ji ber xebat û berxwedana wî di Şoreşa Duyemîn a Barzan, Komara Demokratîk a Kurdistanê, çûna Yekîtiya Sovyetê, herwiha Şoreşa Eylûlê, ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve madalyaya Barzanî nemir jê re hatiye bexşîn, lê ji ber şikestina lingê wî nekarîbû di wergirtina madalyaya Barzanî nemir de amade bibe û Sîdad Barzanî bi rêya lqa yekê ve madalyaya wî dayê.

Çavkanî:
  1. Cemîl Xalid el-Etruşî, me'e ehad rifaq mesîret el-Barzanî el-xad ila el-îtîhad el-sovyetî el-sabîq, rojnameya Xebat, hejmar 1063, în 1ê sibata 2002an.
  2. Hamîd Gewherî, Madalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015).
  3. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Plankirinê, Yekeyên kargêriyên parêzgehên Herêma Kurdistanê û hejmara malbatan û niştecihan, Hewlêr, 2009.
  4. Hemîd Gerdî, Puxteya dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
  5. Heyder Farûq el-Samirraî, Diya Ce'fer ve devruhu el-siyasî ve el-iqtisadî fî el-Îraq, (Londûn – Dar el-Hîkme - 2016).
  6. Şe'ban Elî Şe'ban, Hinek zanîyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013).
  7. Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîla Zêrîn a Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996), r. 13.
  8. Salih Yusif Sofî, Kronolojiya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, bergê duyê, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013z).
  9. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  10. Di çarçoveya ahengên yubîlya zêrîn de, Serok Mesûd Barzanî medalya Barzanî dide têkoşeran û dayikên şehîdan, Kovara Gulan, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 84, Hewlêr, 1ê Îlona 1996z.
  11. Di bîranîna fermandarê şehîd Hesoyê Mirxanê Zhazhokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
  12. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
  13. Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yubîlya Zêrîna Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).
  14. A.D.A, pelgeya hejmar AI-10, lîsteya hevalên Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, belge ji aliyê Segvan Halo ve hatiye pêşkêşkirin, 2016z.
  15. A.D.A, pelgeya hejmar HB-477, Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Baregeha Barzanî, Lijneya Bilind a navçeya Barzan, forma Ehmed Mîro Enter (Avdel Mîro Enter), Pîrmam, 1ê Mijdara 2018z.