Mistefa Ebdulrehman Sofî, sala 1948 li gundê Dêranayê yê nahiyeya Meznê ya ser bi qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1975 piştî neskoya Şoreşa Eylûlê awareyê Îranê bûye, sereta li Zêwe nîştecih bûye paşê hatiye veguhastin bo navçeya Cehrem li parêzgeha Şîrazê. Sala 1980 vegeriyaye Rojhilatê Kurdistanê û li bajarê Şino nîştecih bûye. Niha nîştecihê bajarê Soranê ye, di warê nivîsîn û helbestvanî de çalak bûye û nêzîkî hezar rûpel helbest nivîsiye, ligel pirtûkekê dîrokî ku hêj nehatiye çapkirin.

Sala 1965 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û di batalyona Hacî Bêroxî ya ser bi hêza Balek bûye Pêşmerge, ji ber kêmtemeniya xwe di seretayê de erka xizmetguzariya Pêşmergeyî jê re hatiye spartin, lê paşê wek Pêşmerge erk wergirtiye. Paşê xûla rahênanê li ser topên (60, 81, 120 mm) dîtiye û li lîqa esnad a hêza Balek di bin çavdêriya Ebdullah Axa yê Pêşderî, bi fermandariya Halî Dolemerî hatiye kirin bi topavêjê hêzê. Di navbera salên 1970 bo 1974 wek pasewanê sînor xizmet kiriye. Di salên 1974-1975 de beşdarî di şerên navçeya Soran û hewza Rewandizê de kiriye.

Sala 1980 vegeriyaye navçeya Şino û peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û di çarçoveya hêza aware de beşdarî Şoreşa Gulanê kiriye, bi taybet li navçeyên Xwakurk û Xirînê.

Sala 1991 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û sala 1995 hatiye veguhastin bo hêza 100 a Barzan ya ser bi fermandariya Hêzên Zêrevanî. Paşê bûye fermandeyê hêza sêyê ya fermandariya artêşa Barzan.

Di roja 15ê kanûna pêşîn a 2010, di Kongreya 13 a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ji ber xizmetên ku bi Kurd û Kurdistanê kirine, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî medalyaya Barzanî nemir pê hat bexşîn.

Çavkanî:

 Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.