Piştî serkeftina hêzên Pêşmerge di şerê tengava Zaxo de, Îsa Siwar ji Barzanî xwest hêzekê pêk bîne ji bo lêdana şîrketa petrolê ya Eyn Zale, û piştî wergirtina razîbûnê û gotûbêjkirina hemû aliyên operasyonê, amadekarî bi awayekî pir veşartî dest pê kirin, paşê Esed Xoşewî Fermandeyê giştî yê navçeya Badînan Îsa Siwar ji bo fermandariya operasyona serbazî destnîşan kir.
Fermandeyên navçeyê girîngî dan bi komkirina zanyariyan li ser cihê Eyn Zale ku nêzîkî 15 heta 20 kîlometreyan ji navçeya çiyayî dûr bû, û 8 heta 10 demjimêran bi peyatî ji nêzîktirîn cihê Pêşmerge dûr bû, û çemê Dîcle wek astengeke avî bû ji bo derbaskirina Pêşmerge, ev jî tiştek bû ku diviyabû operasyon di demekî rekor de bihata kirin, da ku di dema vekişînê de rastî hêzên hikûmetê neyên û ji bordûmana firokeyên şer dûr bikevin, tiştekî ku operasyon ji bo Pêşmerge hêsan kir, di Îlona 1962an de, du polîsên Kurd bi navên Heme Sûr Huseyîn Berzincî û Mistefa Ferec Şiwanî tevlî şoreşê bûn, yên ku di şîrketa petrolê ya Eyn Zale de kar dikirin, û piştî gotûbêjan bi fermandeyên navçeyê û şêwir û zanyarî û danûstandina ramanan, ji bo beşdarbûna di operasyonê de, razîbûna dawî li ser hat dayîn.
Amadekariyên PêşmergeBeriya derbaskirina Pêşmerge ya çemê Dîcle, Îsa Siwar civînek bi hemû fermande û berpirsiyarên Pêşmerge re saz kir, di civînê de hêz li ser sê koman hatin dabeşkirin, û her komek bi fermandeyekî hat erkdarkirin ku erka wî wiha bû:
Koma yekem: Hêza Îsa Siwar ku ji Mela Hemdî Ebdulmecîdê Silêfî û Ebdulrehîm Cesîm û Çawiş Derwêş û Hacî Qado Kerafî bi rêberê sereke Mistefa Ferec pêk dihat, û erka vê komê kontrolkirina deriyê sereke yê şîrketê bû.
Koma duyem: Hêza Haşim Mîrozî ku ji Elî Seyfedîn û Murad Mûmî û Şahîn Şêxo bi hejmarek Pêşmerge û fermandeyê sereke Heme Sûr Huseyîn Berzincî pêk dihat, û erka sereke ya vê komê êrîşkirina ser navenda polîsên Eyn Zale bû.
Û koma dawî bi fermandariya Elî Halo Elî bû, ligel fermandeyê hewşê Ebdulrehman Dîno û hejmarek din ji Pêşmergeyan, û erka vê komê kontrolkirina çend dezgehên girîng ên hundirê şîrketê bû, bi taybetî jûreya (bêdela û bêtêl) ligel belavkirina hêzeke hêzî li ser girên derdora şîrketê.
Ziyanên dijmin û destkeftiyên PêşmergeDi şeva 11-12ê Cotmeha 1962an de, hêzên Pêşmerge operasyon li gorî plana berê pêk anîn û piştî şerê dijwar bi pasewan û polîsên şîrketê re, karîn bigihîjin armancên xwe, ku hejmarek polîs hatin kuştin û yên din birîndar bûn, herwiha hêzên Pêşmerge karîn 70 polîs û efseran dîl bigirin, di nav wan de rêveberê şîrketê (Dîk Dankort) ligel du endazyarên Brîtanî hebûn.
Di vê navberê de, Pêşmerge depoyeke petrolê û bêdelaya telefonan û heşt otomobîlên şîrketê şewitandin, û destkeftiyên Pêşmerge 33 tiving û reşeş û şeş demançe û du reşeşên Brîm û du kamerayên wênekêşiyê û hejmarek mezin ji alavên bijîşkî bûn, û ziyana hêzên Pêşmerge di vê destanê de şehîdbûna yek ji Pêşmergeyan bi navê Şahîn Şêxo bû, ku hêzên Îraqê piştre termê wî ji gorê derxistin û rastî sivikayetiyeke nemirovane hat piştî ku bi otomobîleke serbazî li Eyn Zale hat kaşkirin.
Dengvedana vê operasyonê
Ji ber girîngî û dengvedana serkeftina Pêşmerge di wê operasyonê de, Mela Mistefa Barzanî telgrafeke pîrozbahiyê ji Îsa Siwar re şand, piştî azadkirina hemû endamên polîs û karmendên şîrketê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve, û dîlên biyanî bi fermanên Serok Barzanî bo baregeha wî hatin şandin, gava gihîştin baregeha wî, Barzanî bi xwe pêşwaziya wan kir, rêzeke mezin li wan hat girtin û hemû pêdiviyên rehetî ji wan re hatin dabînkirin, divê bê gotin ku di dema azadkirina wan dîlan û hemû biyaniyan de, şoreşa Kurdî tu berjewendiyên madî ji tu aliyekî nexwest, belkî bi belaşî hatin azadkirin.
Ev tê wê wateyê ku şoreşa Kurdî bi rêberiya fermandeyê şoreşê Mela Mistefa Barzanî her tim rêz li prensîbên mafên mirovan û nirxên mirovahî û yasayên şer girtiye, û qet nepenaye ber îşkencekirina dîlên şer û tundûtûjiyê, tevî hovîtiya artêşa dijmin û nebûna piştevanî ya navneteweyî ji bo şoreşa xwe, lê çiya hevalên wî bûn û pişta xwe bi wan girêdabû.
Operasyona Eyn Zale di bîranîna fermandeyên Artêşa Iraqê deHeta ev operasyona mezin bi zelalî di nivîs û bîranînên fermandeyên Artêşa Iraqê de ku dijminên şoreşa Kurdî bûn, hatiye behskirin, bo nimûne, Fariq Seîd Hemoyê Tel'eferî fermandeyê fujê duyem yê lîwaya yazdehem di Artêşa Iraqê de wê demê şahidî kir û nivîsî: "Ev karê wêrek pêwîstî bi hêza bedenî ya bilind hebû, ji ber ku hêzên Pêşmerge karîn du caran çemê Dîcle derbas bikin, û kar di du şevan û rojekê de hat pêkanîn". Herwiha Emîdê Rukin Ebdulkerîm Ferhan fermandeyê firqeya yekem di Artêşa Iraqê de nivîsî, ku "Şoreşgerên Kurd kampanyayeke serkeftî û wêrek li dijî bîrên petrolê li Eyn Zale li bakurê rojavayê Mûsilê pêk anîn".
Armanca operasyonêArmanca vê operasyonê ew bû ku ji hikûmeta Îraqê re nîşan bide ku hêzên Pêşmerge ne tenê dikarin navçeyên çiyayî bibirin, belkî dikarin ji wê jî dûrtir biçin û karên wiha çiyayî di deştên fireh de pêk bînin, ji aliyekî din ve êrîşkirina ser şîrketa Eyn Zale dengvedanek mezin di civatên darayî yên navneteweyî de çêkir, û di encamê de, girîngîdana bi şoreşa Kurdî di korîdorên navneteweyî de du qat bû, ji aliyekî din ve zirar gihand navûdengê hikûmetê ji ber têkçûna wê di parastina dezgehên xwe de û welatên biyanî yên ku berjewendiyên wan ên petrolê li Îraqê hene tirsand, herwiha dikare behsa aliyekî din ê erênî yê operasyonê bê kirin, ew jî ji bo navûdengê şoreşa Kurdî û şêlandina navûdengê hikûmetê teşwîqkirina rojnamevanên biyanî bû ji bo serdana Kurdistanê û encamdana lêkolînan li ser şoreşa Kurdî û sedemên şerê gelê Kurd, û gihandina dengê şoreşa Kurdî bo cîhanê.
Çavkanî:1- Ebdulfetah Elî Botanî, navçeya Badînan 1925 – 1970, c 2, (Çapxaneya Zanîngeha Selaheddîn- Hewlêr- 2017).
2- Rojîn Çelebî Munîr, Zaxo 14ê Tîrmeha 1958 – 6ê Adara 1975, Sentera Zaxo bo Vekolînên Kurdî, (Zaxo- 2018).
3- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweyî rizgarîxwazî Kurd, bergî sêyem, beşî yekem, (Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, 2004).
4- Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojane li mêjûyî şoreşî Eylul, çapa duyem, (Nivîsgeha Tefsîr- Hewlêr- 2006).
5- Seîd Hemo, Bîranînên fermandeyê lîwaya peyade, Bexda, 1977.


